KONGRA GEL: Em sala 34'an bikin sala têkbirina faşîzmê

KONGRA GEL, Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Em sala 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bikin sala hilweşandina desthilatdariya faşîst. Şert û mercên vê yekê afirîne."

Hevserokatiya KONGRA GEL, bi wesîleya salvegera 33'an a Cejna Vejînê (15'ê Tebaxê) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Salvegera 33'an a Cejna Vejînê, li afirînerê vê dîroka zehmet Rêber Apo, li hemû hevrêyên li çiyê, zindan û her qadên jiyanê li ber xwe didin, li gelên me û dostên me yên têkoşîna azadî û demokrasiyê didin, pîroz be."

'RUHÊ APOYÎ BÛ GARANTIYA PAŞEROJA AZAD'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di şexsê fermandarê mezin ê Pêngava 15'ê Tebaxê hevrê Egîd de, em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin ku dilsozê bîranîna wan bin. Bi vê wesîleyê bi hezkirin û hurmetdarî hemû xazî û malbatên xwe yên şehîdan silav dikin.

Hemû milîtanên Hêzên Parastina Gel, ku hêza fedayî ya gelên me ye, bi wesîleya salvegera Cejna Vejînê bi rêzdarî silav dikin û di têkoşîna wan a pîroz de, ku ji bo afirandina paşerojeke azad û demokratîk dimeşînin, serketinê dixwazin.

Ruhê Apoyî yê ku gerîla temsîla wê dike, di salvegera 33'an a Pêngava Vejînê ya 15'ê Tebaxê de bûye yekane garantiya paşeroja azad a gelan. Li Rojhilata Navîn, ku şerê sêyemîn ê cîhanê lê diqewime, bi rola bingehîn a çareseriya pirsgirêkên heyî radibe.

'FAŞÎZMA ERDOGAN KETIYE NAVA PANÎKÊ'

Faşîzma Erdogan ku li pêşberî vê rewşê ketiye nava panîkê, ji bo pêşî li pêvajoya azadî û demokrasiyê ya gelan bigire, bi her awayî provokasyon û nebaşiyê dike. Mîna ku komkujiyên li gelê me dike û Kurdistan û Tirkiye veguherandiye girtîgehê têra wî nake, niha jî agir ber dide daristanên me û dixwaze xwezaya Kurdistanê talan bike.

Erdogan, ku jê heye bi kuştin, hilweşandin û şewitandinê dikare xwe ji doza Kurd rizgar bike, bi van kiryarên xwe hê bi lez dawî li xwe tîne. Bi polîtîkayên xwe, roj bi roj dorê xwe li teng dike û xwe bi tenê dike. Rûyê qirêj û gemarî yê faşîzma Erdogan her ku eşkere dibe, têkoşîna li dijî vê jî roj bi roj mezin dibe."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, hilweşandina faşîzma Erdogan di heman demê de wê were wateya hilweşandina polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewletê ku sed sal in têkildarî meseleya Kurd dimeşîne. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev yek di heman demê de tê wê wateyê ku li parçeyên din pêşî li çareseriya meseleya Kurd vedibe û li Rojhilata Navîn jî rê li ber demokrasiyê vedibe. Ji ber vê yekê, pêvajoya heyî stratejîk e."

Hevserokatiya KONGRA GEL got, "sedema tirs û xofa ketiye dilê Erdogan ev e, lê ti feydeya tirsê li mirinê nîne" û wiha dewam kir: "Li rêya ronî ya Pêngava Vejînê ya 15'ê Tebaxê gel û hemû bindest li hev dicivin. Şoreşa civakî demokratîk a gelan, ku li binê sîwana Federasyona Bakurê Sûriyeyê li ser bingeha azadî û wekheviyê xwe bi rêxistin kirine, rê nîşanî gelên Rojhilata Navîn dide. Yên ku herî zêde bikevin bin bandora vê yekê, gelên Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê ye ku zext û zordariya Erdogan zêde bûye."

'EM BIKIN SALA HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ'

Di dawiya daxuyaniya KONGRA GEL de ev mesaj hate dayin:

"Em vê bangê li milîtanên tevgera azadiyê, hemû hêzên azadî û demokrasîxwaz û dijberên faşîzma Erdogan dikin; Bi coş û kelecana hilweşandina desthilatdariya qesra heramiyan, em berxwedanê geş bikin. Em sala 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bikin sala hilweşandina desthilatdariya faşîst. Şert û mercên vê yekê afirîne. Li ser vê bingehê, em Cejna Vejînê careke din ji dil li her kesî pîroz dikin û di têkoşîna wan de serketinê dixwazin."