KONGRA-GEL: Em bi awayekî xurttir xwedî li Şengalê derkevin

Ji ber salvegera wê KONGRA-GEL Qetlîama Şengalê şermezar kir û şervanên berxwedêr silav kir. KONGRA-GEL banga xwedîderketina li Şengalê kir.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê bi wesîleya salvegera 3’emîn a Qetlîama Şengalê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Peyama KONGRA-GEL’ê wisa ye:

“Di salvegera 3’emîn a qetlîama Şengalê de em DAIŞ’a barbar û hezên herêmî û navdewletî yên ku piştgirî dane wan, bi tundî şermezar dikin. Bi vê wesîleyê em gerîlayên li hemberî barbarên DAIŞ’ê têkoşiyane û şehîd bûne, bi rêz û minnet bi bîr tînin. Em gerîla û şervanê HPG, YJA STAR, YPG û YPJ’yên ku li Şengalê planên li ser gelê Êzidî pûç kirin, bi rêz û hezkirin silav dikin. Wan ji cîhanê re îspat kirin ku ew temînata dahatûya azad a gelê me ne.

‘BÛ DÎROKA VEJÎNÊ JÎ’

Berxwedana Şengalê  planên qirkirin û dagirkeriyê yên hin welat û hêzan jî pûç kir. Bi taybetî planên Dewleta Tirkiyeyê û hevkarê wê yê sûc PDK’ê yên li ser Şengal û Rojavayê jî pûç kir. 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê bû dîroka vejîna gelê Êzidî ya bi bawerî û nasnameya wan.

Li Şengalê zarok, jin û kal û pîr tê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin û aqûbeta wan hê jî nayê zanîn. Em Gel û Tevger, em ê kesên ku tiliya wan di Fermana 74’emîn a gelê Êzidî hene, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

‘YÊN KU GUH NEDIN GELÊ ÊZIDÎ WÊ NEGIHÊJIN ENCAMÊ’

Di 3 salên dawîn de gelê Êzidî li Şengalê jiyana xwe ya civakî ya demokratîk ji nû ve birêxistin kir. Di qadên ewlehiya civakî, siyasî, civakî, ekonomî û perwerdehiyê de li her qada jiyanê gavên mezin avêt û bi pêş ve çû.

Divê her kes rêz û hurmetê nîşanî vê îradeyê bide. Ji aliyê kê were kirin, kesên ku li Şengalê guh nedin îradeya gelê Êzidî, ne mumkun e ku polîtîkayên wan bi ser bikevin. Mînaka vê ya herî vekirî êrîşên dagirkeriyê ên Dewleta Tirkiyeyê û PDK’ê yên di 3’ê Adarê de ye.

BANG

Gelê me yê li her çar parçeyê Kurdistanê û li derveyî welat dijîn, divê bi awayekî xurt xwedî li Şengalê derkevin û piştgiriya xwe zêdetir bikin. Ji ber ku li Şengalê destkeftiyên gelê me her ku zêdetir dibe, êrîşên li ser Şengalê jî kûrtir dibe. Ji ber vê jî peywireke jêneger e ku li Şengalê divê hêzên xweparastinê her dem xurttir û mezintir bibe.

Em bangî gelê me yê Êzidî yên li her çar parçeyan û derveyî welat dikin, divê hemû gelê me yên Êzidî di nav yekîtiyê de xwedî li Şengal û Êzîdxanê derkevin û ji bo avabûna yekîtiya neteweyî û civakî peywira xwe bi cih bînin.”