KONGRA GEL: Di sala 41'ê de em têkoşînê geş bikin, azad bibin!

KONGRA GEL salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Ji bo rakirina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadiya Kurdistanê, di sala 41'ê ya PKK'ê de divê gelê me li her qadê têkoşîna xwe geş bike."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand û salveger li Rêberê Gelê Kurdistanê, gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, berxwedêrên li çiyê û zindanan, li bindestan, jinan û mirovahiya pêşverû pîroz kir.

KONGRA GEL şehîdên PKK'ê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û soz da ku wê armancên azadiyê yên şehîdan bi cih bîne.

'PKK HÊVÎ YE, SERKETINA ÎRADEYÊ YE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku PKK mîladê Kurdên azad e, destana vejînê ye û hate gotin, "PKK li dijî Kurd û Kurdistana talankirî û teslîmgirtî bûye serhildan. Ji bo rêveçûna serberjêr biguherîne û dîroka Kurdistanê li ser hîmên xwe bide rûniştandin, destwerdanek li dîrokê ye.

Ji bo gelan, ji bo bawerî, jin û bindestan PKK hêvî ye, serketina îradeyê ye, demokrasî, azadî, wekhevî û edaleta civakî ye. Ji bo gelên Kurdistanê ku ji aliyê madî û manewî ve ji hal ketibûn, navê jinûve vejînê ye ku bi paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo li her qada jiyanê berz bû."

KONGRA GEL diyar kir, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê gelê Kurd ê ji hal ketî rakir ser xwe û hêz û îrade da wan, timî bûn hedefa hêzên navdewletî û wiha dewam kir: "Sedema komploya navdewletî ya sala 1999'an jî ev e. Berxwedana Rêber Apo ya li zindana Îmraliyê, têkoşîna gelê ma ya bi paradîgmaya Rêbertî ya li dora PKK'ê, ku li ser bingeha neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk sîstemeke alternatîf a civakî diafirîne, kir ku Rêber Apo û PKK ji bo hemû gelan û mirovahiya pêşverû bibin hêvî."

'EM BIRYARA DYA'YÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN'

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL da xuyakirin, ji bo hêza ramanî û rêxistinî ya Rêber Apo û PKK'ê mezintir û belav nebe, hêzên serdest ên sîstema cîhanê ya kapîtalîst vê carê êrîşê dibin ser kadroyên pêşeng ên PKK'ê û got, "Bi navê gelên Kurdistanê, em biryara DYA'yê ya li dijî hevrêyên me Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan bi tundî şermezar dikin. Ev biryar wê bibe wesîleya wê yekê ku gelê me hîn bi xurtî li dora kadroyên pêşeng ên PKK'ê li hev bicive û têkoşînê geş bike."

'JI BO HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ DIVÊ JIN Û CIWAN TEVLÎ NAVA REFÊN PKK'Ê BIBIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk a mêtinger ji bo pêşî li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bigire û destketiyan bi temamî ji holê rake, hemû derfetên xwe seferber kiriye û hate gotin, "Lê berevajî vê yekê, niha dewleta Tirk a faşîst ji hêz û hal ketiye. Rejîma dewleta faşîst di nava rewşeke hilweşîner a aboriyê de ye û ev yek wê bi hilweşandina sîstema dewleta faşîst biqede. Ji bo pêkhatina vê yekê, divê em li her qadê têkoşîna xwe bê navber bidomînin. Ji bo vê jî em bang li jin û ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlî nava refên PKK'ê bibin û gelê me jî li nava refên têkoşîna azadiyê bi awayekî çalak cih bigire."

'SALA 41'Ê WÊ BIBE SALA AZADIYA RÊBER APO'

KONGRA GEL diyar kir, wezîfeya wan a bingehîn a exlaqî û wijdanî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir: "Ji ber ku têkoşîna me her bi pêş ve diçe, bi hilweşîna rejîma faşîst a di nava krîza aboriyê de ye wê şert û mercên demokratîkbûnê li Tirkiyeyê derkevin holê. Ev yek jî tê wateya azadiya Rêber Apo. Li ser vê bingehê, ji bo sala 41'ê ya PKK'ê bibe sala azadiya Rêber Apo, em pê bawer in ku milîtanên PKK'ê, gelê me û dostên me ya pêwîst çi be wê bikin.

Ji bo rakirina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadiya Kurdistanê, di sala 41'ê ya PKK'ê de divê gelê me li her qadê têkoşîna xwe geş bike. Hilweşîna rejîma dewleta Tirk a faşîst wê rê li ber wê yekê veke ku pirsgirêka Kurd li hemû parçeyan çareser bibe û herêma me demokratîk bibe.

Bi vê bîr û baweriyê em salvegera damezrandina partiyê li gelê xwe û hemû hevrêyan pîroz dikin û ji bo bibe sala azadiya Rêber Apo di têkoşîna sala 41'ê de ji her kesî re serketinê dixwazin."