KONGRA-GEL: Bi coşa 8'ê Adarê û Newrozê em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin

KONGRA GEL 8'ê Adarê pîroz kir û destnîşan kir ku coşa 8'ê Adarê wê bi Newrozê bigihêje asta herî bilind û bandorê li karên tevahiya salê bike. Di peyame de hate gotin, "Karê me yê îsal wê ji bo têkbirina faşîzmê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin, "8'ê Adare Roja jinên Kedkar ên Cîhanê destpêkê li Rêberê îdeolojiya rizgariya jinê li Rêber Apo pîroz be. 8'ê Adarê li jinên li çiya û li zindanan ber xwe didin, li jinên Kurdistanî û hemû cîhanê pîroz be."

Hevserokatiya KONGRA-GEL di şexsê Tolhildan Raman, Sosin Bîrhat, Şîlan Goyî, Sozdar Cudî, Awaz Urmiye, Xerîbe Gezer û Nujiyan Ocalan de hemû şehîdên jin ên ku di destpêka têkoşîna azadiyê heta îro bûne pêşengên azadiya jinê û azadiya gelên Kurdistanê, bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku wê heta dawiyê li ser rêça wan bimeşin.

Peyama Hevserokatiya KONGRA-GEL wiha dewam kir:

"Azadiya jinê azadiya civakê ye, azadiya gelan e, azadiya xwezayê ye, azadiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yeke jî jin pêşengên azadiyê ne, pêşengên guherîn û veguherînê ne. Bi pêşengtiya jinê şoreşa azadiyê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê her diçe mezin dibe.

Di têkbirina konsepta şerê teknîkê yê dewleta Tirk de, di bin fermandariya YJA Starê de berxwedana gerîlayên jin dewreke pir mezin leyîst. Gerîlayên jin bi vê berxwedana xwe îspat kirin ku dewleta Tirk her bi çi awayî şer bike jî nikare îradeya gerîla bişikîne.

Ev berxwedana gerîlayên jin ji bo rejîma faşîst a dewleta Tirk bû şikestinek mezin. Li ser vî esasî jî krîza faşîzma dewleta Tirk di sala 2021'ê de her çû giran bû. Em gelek vekirî dibêjin ku ev krîza giran û mezin, mizgîniya têkçûna faşîzmê ye.

Me wek Tevgera Azadiyê di sala 2022'an de bi hemla 'dema azadiyê', azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kiriye hedefa salê. Di pêkanîna vê hedefê de rola Tevgera Jinê roleke stratejîk e. Çawa ku di qada eskerî de gerîlayên jin roleke pêşeng leyîstin, di qada civakê de jî Tevgera Jin ji bo hemleya rêxistinê yê pêşengtî bike. 

Di sala 2022'an de pêwîste li qada civakî em bi hemleyeke rêxistinî, bersivê bidin berxwedana Rêber Apo û berxwedana gerîla. Bi vê hemla rêxistinê li ser bingeha azadiya jinê pergala civaka demokratîk û ekolojîk ava bikin.

Îsal her deverê bi tevlêbûnên mezin 8’ê Adarê bi coş hatin pîrozkirin. Em hemû pîrozbahiyan bi dil û can silav dikin. Coş û kelecanên pîrozbahiyên 8’ê Adarê û bi giştî berxwedanên jinê, li ser gelê me erênî bandor dike. Ev coşa 8’ê Adarê wê bi pîrozbahiyên Newrozê bigihêje asta herî bilind û wê bandora xwe li ser hemû xebatên salê bike.

Em ê îsal hemû xebatên xwe bi coşa têkbirina faşîzmê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bimeşînin. Li ser vî esasî em car din 8’ê Adarê di serî de Rêber Apo, hemû hevalên çiya û zindanan û jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin."