Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'emîn li Berlînê tê lidarxistin

Tevna 'Jin Paşerojê Dihûnin' wê di 5-6'ê Mijdarê de bi dirûşma 'Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê' li Berlînê konferansekê lidar bixe. Di konferansê de wê têkoşîna 600 jinên ji dehan welatan bigihêjin hev.

Tevna Jin Paşerojê Dihûnin, ku di serî de Tevgera Jinê ya Kurd rêxistinên jinan ên li çar aliyên cîhanê li hev kom dike, bi beşdariya bi sedan delegeyên ji her parzemînê Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'emîn lidar dixe.

Konferans wê li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê (Technische Universität Berlin) ya li paytexta Elmanya Berlînê di 5-6'ê Mijdarê de were lidarxistin.

Dirûşma konferansê jî wiha ye: "Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê."

Konferansa destpêkê bi naveroka "Şoreşa di asta avabûnê de" di 6-7'ê Cotmeha 2018'an de li Frankfurtê pêk hatibû.

Tê payin ku konferansa duyemîn bi beşdariya 600 delegeyî were lidarxistin.

Organîzasyona Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'emîn li ser naverok û beşdarên konferansê daxuyaniyek da.

5 RÛNIŞTIN WÊ BÊNE LIDARXISTIN

Li gorî vê yekê, di konferansê de ya ku wê du rojan dewam bike ji Emerîka Başûr, Asya, Efrîka û Ewropayê qiseker wê hebin. Sernavên sereke yên konferansê wiha ne:

Konferans wê ji 5 rûniştinên bingehîn pêk were:

* Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û parçekirina zirxê destnedanê yê serweriya mêr û dewletê
* Atolye
* Avabûn - Jiyana ku tê xwestin ne bi mûcîzeyê lê bi şoreşê dibe
* Vîzyona me -Azadkirina Jiyanê
* Peydakirina rêya xwe

Di rûniştina destpêkê de ya bi sernavê "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û parçekirina zirxê destnedanê yê serweriya mêr û dewletê" wê mijarên; danheviya hêzê ya netewe dewletan û şer, dagirkerî, ekoqirin û şewba ji ber vê yekê bêne nirxandin.

Di karê atolyeyê de jî wê polîtîkayên tevlîbkirina tevgerên jinê ya li nava sîstemê û rêyên rizgariyê bêne nîqaşkirin.

Di rûniştina sêyemîn de ya bi sernavê "Avabûn - Jiyana ku tê xwestin ne bi mûcîzeyê lê bi şoreşê dibe" wê li ser bingeha "Sosyolojiya Azadiyê û Jineolojiyê" rê û rêbazên rizgariya jinê ya ji olperestî, neteweperestî û çînîtiya ji ber mejiyê baviksalar bê analîzkirin.

Di rûniştina çaremîn de a bi sernavê "Vîzyona me - Avakirina jiyana azad" wê ji pirsên jiyaneke çawa, çi divê bê kirin, ji ku divê bê destpêkirin, bersiv bên peydakirin.

Di rûniştina 5'emîn û ya dawî de ku wê bi sernavê "Peydakirina rêya xwe" bê lidarxistin wê ji bo pirsên "Jin, jiyan, azadî - rêxistiniyeke jinê ya di ser neteweyan re? Pêşniyara jinan a ji bo Konfederalîzma Cîhanê ya Demokratîk çi ye?" bersiv bêne peydakirin.

Bernameya festîvalê ji vê lînkê dikare bi temamî bê peydakirin: https://womenweavingfuture.org/programm-2022

QISEKERÊN KONFERANSÊ

Çend ji qisekerên konferansê wiha ne:

- Jovita Montes, Ji Tifaqa Jinê ya Navneteweyî ya IWA (Fîlîpîn)

- Aktîvîstên ji tevgera jinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê

- Ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Nîlufer Koç

- Lolita Chavez, Feministas Abya Yala (Guatemala)

- Aktîvîstên rêxistina jinê ya RAWA (Efganistan)

- Kavita Krishnan (Femînîst, Komeleya Jinan a Pêşverû ya Tevahiya Hindistanê-Hindistan)

- Ariel Salleh, sosyolog û eko-femînîst (Awûstralya)

- Elîf Kaya (Navenda Jineolojiyê ya Ewropayê)

- Genevieve, Aaktîvîsta aştiyê, femînîst û xêrxwaz (DYE, Îtalya)

- Anjila Al Maamari, (Navenda Lêkolînên Stratejîk û Piştgiriya ji bo Jin û Zarokan, Yemen)

- Denîz Abûkan, aktîvîsta Tevgera Jinê ya Azad - TJA (Kurdistan, Tirkiye)

- Nimat Kuku, (Nûnera Tevgera Jinê ya Sûdanê, Sûdan)

- Dilar Dîrîk, sosyologa siyasetê û nivîskar

- Îrem Gerkûş, Jin bi hev re xurt e (Women's Alliance Tirkiye)

- Marta Dillon, (Tevgera Ni Una Menos, Arjantîn)

- Jade Daniels, Tevgera Jinên Reş a Sîstema Xweparastinê ya Bajarî ya Ra Life (DYE)

- Nûnera Şengalê (Şengal, Kurdistan)

- Asya Abdullah, Hevseroka PYD'ê (Rojava, Kurdistan)

- Vilma Almendra (Pueblos en Camino, Kolombiya)

BI 8 ZIMANAN WÊ WERGER BÊ KIRIN

Ji bo beşdarên konferansê wê pirsgirêka ziman nebe. Bi 8 zimanan wê sîmultane werger bê kirin. Bi zimanên Kurdî, Îngilîzî, Elmanî, Tirkî, Erebî, Îtalî, Spanî û Fransî.

AKTÎVÎTEYÊN HUNERÎ

Di konferansê de her wiha wê bernameyên hunerî û muzîkê jî hebin. Konser, pêşandana erbaneyê, şahî û pêşangeh wê hebin.

PROSEDURA BEŞDARIYÊ

Ji bo beşdariyê, ji îro ve heta 10'ê Cotmehê serlêdan dikare bê kirin. Forma qeydkirinê jî ji vê lînkê dikare bê dagirtin https://womenweavingfuture.org/registration 
Ya jî nav, rêxistiniya li nav dixebite û cihê jê bê, ji navnîşana [email protected] re weke e-mail dikare bê şandin.

Agahiyên berfireh li ser konferansê jî ji vê navnîşanê dikare bê peydakirin. [email protected]

Mijar li ser konferansê ji van hesabên medya dîjîtal jî dikare bê şopandin. Womenweavingfuture (@Womenweaving2) 

Adresa cihê konferansê wiha ye:

Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê
Straße des 17. Haziran 135
10623 Berlin