Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Silêmanî dest pê kir

Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Silêmanî dest pê kir. Di konferansê de wê pirsgirêkên ciwanan, rê û rêbazên çareseriyê bên nirxandin.

Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn îro saet 10:00 li salona konferansê ya Tewar a Silêmanî dest pê kir.

Konferans bi şiyara "Rêya çareseriya pirsgirêkên ciwanên Rojhilata Navîn" pêk tê û 30 partî û tevgerên ji Kurdistan, Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê hatin vexwendin. 300 delege û zêdeyî sed mêvan tevlî konferansê bûn.

Di konferansê de li ser pirsgirêkên ciwanan û rêyên çareseriyê wê 2 panel bên lidarxistin û li ser rêxistinbûna ciwanan a li Rojhilata Navîn kurtefîlmek bê nîşandan.

Bername wê bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmançkî yên Kurdî, zimanên Erebî û Tirkî bê pêşkêşkirin.

Konferans wê heta saet 18'an bidome.