Li Bexdayê konferansa Êzidî û Feyliyan tê lidarxistin

Konferansa Êzidî û Feyliyan bi dirûşmeya 'Ber bi pêkanîna bingeha dadperwerî û wekhevî' li Bexdayê dest pê kir. Di konferansê de wê behsa çareseriya pirsgirêkên her du civakan bê kirin.

Mêvanên konferansa civakên Êzidî û Feylî ya bi dirûşmeya 'Ber bi pêkanîna bingeha dadperwerî û wekhevî' li bajarê Bexdayê li gorî saeta herêmî di saet 9:00’an de dest pê kir. Konferans li salona Bexda ya bajêr tê lidarxistin.

Ji bilî endam û nûnerên her du civakên Êzidî û Feylî wê hin rêxistinên navnetewî û yên Êzidî yên li Ewropa û Rûsyayê, her wiha parlementerên Yekîtiya Ewropa jî bi rêya înternetê tevlê konferansê bibin.

Axaftina destpêkirina konferansê ji aliyê endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Dr. Yasîn Bapîr ve hat pêşkêşkirin. Piştî axaftina destpêkirinê li ser navê civaka Feylî, Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), Jinên Êzidî û her wiha yên Feylî axaftin tên pêşkêşkirin.

Tê payîn ku di dirêjahiya konferansê de 2 panel werin dayin. Panela yekemîn wê ji aliyê endamê dema berê ya Parlementoya Iraqê were rêvebirin ku wê li ser mijara dîroka Kurdên Feylî û civaka Êzidî heya sala 2003’an bê sekinandin. Her wiha mijara sêyemîn a vê panelê jî wê derbarê rewşa jinên Êzidî û Feylî ya di çarçoveya civaka Iraqê de were pêşkêşkirin.

Di heman demê de panela duyemîn jî ji 3 beşan pêk tê ku wiha ne; rewşa Kurdên Feylî ya piştî rûxîna rejîma Baas heya niha, rewşa Êzidiyan piştî rûxîna rejîma Baasê heya niha û ezmûna wan a xwerêveberiyê, çareserî û projeya hatî pêşniyarkirin ya ji bo doza Feylî û Êzidiyan û têgihîştina netewa demokratîk ya li Iraqa hatî nûjenkirin.

Cara yekem e ku Kurdên Feylî û civaka Êzidî konferanseke hevbeş li dar dixin. Bingeha konferansê xwe dispêre bidestxistina mafên Kurdên Feylî û civaka Êzidî ku ew jî weke deriyekî ji bo garantîkirina mafê hemû pêkhateyên Iraqê tê hesibandin.