Konê xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê di roja 49'an de ye
Xelkê Şengalê 49 roj in li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê nobedê digire û xwedî li hêza xwe ya xweparastinê derdikeve.
Xelkê Şengalê 49 roj in li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê nobedê digire û xwedî li hêza xwe ya xweparastinê derdikeve.
Li dijî lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, yek ji çalakiyên nerazîbûnê yên xelkê Şengalê, nobeda xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê ye.
Konê ku bi vê armancê beriya 49 rojan hate vedan, bi biryardarî dewam dike.
Çalakî bi dirûşma "Em hemû Asayîş in" pêk tê.
Ev konê berxwedanê yê xelkê Şengalê ti carî vala nabe, her roj ji gund, bajarok û navçeyeke Şengalê pêkhateyên herêmê dibin nobedar.