Konê sersaxiyê yê Şêrzad Şemo bi merasîmekê bi dawî bû

Konê sersaxiyê yê ji bo endamê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo hatî vedan, bi merasîmekê bi dawî bû.

Di 2’ê Adarê de, di encama êrîşek dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK’ê de li navenda bajarê Şengalê Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo Qasim şehîd bû. Konê sersaxiyê yê li navenda bajarê Şengalê hatibû vedan, îro bi beşdarbûna bi hezaran kesî û bi merasîmekê bi dawî bû.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Dayikên Şehîdan li ser gorên şehîdan mûm vêxistin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar axivî û şehîd Çeko, Agir û Şêrzad bi bîr anî. Bişar diyar kir ku meha Adara 2017'an jî xwestin bi rêya çeteyên Roj me bêyî îrade bikin û got: “Lê me tekoşîn kir û pilanên wan pûç kir. Dewleta Tirk û PDK’ê niha li dijî civak û zarokên me dest bi lîstokan kiriye. Em ê li hember van êrîşan tekoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin.”

Piştre Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê nasnameya Şêrzad Şemo radestî kurê wî Liwîs Şêrzad kir.

Li ser navê fermandariya YBŞ'ê jî wiha hate gotin: “Di şexsê her sê lehengan de em şehîdan hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em ê ti cara bi şehadeta hevalên xwe gav paşde neavêjin. Em ê têkoşîn û berxwedaniya xwe xurtir bikin. Rast e me sê fermandar ji dest dan, lê em ê bi dehan fermandaran bi afirînin. Çawa ku Zerdeşt, Zekiyan û Dijwaran tekoşiyane, em ê jî li ser rêya wan bimeşin.”

Li ser navê TAJÊ’yê Neam Bedel axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk çi dike bila bike nikare îradeya wan bişkîne. Neam Bedel ev tişt got: “Carek din em dibêjin bila serê we hemûyan û serê asayîşa me sax be. Şehîd namirin û hol hola Tawisî Melek e”.

Li ser kesayet û berxwedaniya Rêveberê Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo sînevîzyonek hate pêşandan.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimire xiyanet” û “Bijî berxwedana Asayîşê” bi dawî bû.