Komxebata Yekîtiya Netewî dest pê kir

Komxebata Yekîtiya Netewî ya Xebata Tifaqa Kurdistanî dest pê kir. Di komxebatê de deqa hevpar hate xwendin.

Xebata Tifaqa Kurdistanî ku di nav de 8 partiyên Kurd û KCD (Kongreya Civaka Demokratîk) jî hene li Amedê kom bû. 'Komxebata Yekîtiya Netewî' 2 rojan wê bidome. Komxebat li otêleke li Sûrê dest pê kir. Di komxebatê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîk Bayindir, Hevserokê HDP'ê Sezaî Temelî, aktivîsên TJA'YÊ, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, nûnerên Komeleya Kurd a Şoreşger a Demokratîk (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyan (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokratîk a Kurdistanê- Tirkiye (PDK-T) û nûnerên Partiya Azadî û gelek rûspî û gelek nûnerên rêxistinên civakî hazir bûn.

'DIVÊ EM VÊ FERSENDÊ BI KAR BÎNIN'

Ji DDKD'yê Abdulhey Okumuş got gelê Kurd di dîrokê de gelek fersend ji dest berdane û got, ''Rojeva hemû cîhanê Kurd in. Lê tim bi mijarên neyênî têne rojevê. Vê carê divê em fersendê binirxînin. Gelek civîk û hevdîtin hatin kirin. Ji bo ku em nexşerêya berjewendiyên hevpar ên Kurdan siberojê diyar bikin em li vê komxebatê hatin cem hev. ''

AN EM Ê BI SER BIKEVIN AN JÎ WERIN ÇEWISANDIN

Di deqa hevpar de hate şerê li herêma Rojhilata Navîn hate bibîrxistin, hate gotin di navenda vî şerî de ya ku ev 30 sal in didome Kurdistan heye û her geşedaneke li herêmê di berjewendiyê de yan jî ne di berjewendiyê de jî be tim bandorê li gelê Kurd, li destkeftî û siyaset aKurdan dike, gelê Kurd û siyaseta Kurd dikare di navê hesabên aktorên global û herêmî de hem dikarin biçewisin û hem jî dikarin ji nav derkevin û destkeftiyên xwe mezin jî bikin.

Bi berdewamî hate gotin, ''Di serî de Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, parastin, geşkirin û mezinrkiina destkeftiyên di têkoşîna azadiya netewî ya gelê me de bi tifaqa netewî pêkan e. Tifaqa Netewî; parastina destkeftiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê ya li ser hedefên wan, geşkirina van destkeftiyan hewcehiya dîrokî û rojane ye. Li dijî êrîşên neheq û nehiqûqî ya dweletê ya li Bakurê Kurdistanê ya li ser siyaseta sivîl, demokratîk û rewa ku nayê hiştin hilmekê bistîne, li dijî tayinkirina qeyûmên li ser şaredarên ku bi vîna gel hatine hilbijartin, ji bo ku were gotin, ''raweste'' zexta jiyanê ye.

‘BERÎ HER TIŞTÎ DIVÊ LI BAKUR TIFAQEK BÊ ÇÊKIRIN’

Tifaqa Netewî: Gelê me yê bi têkoşîna xwe ya berdêlên pir mezin dane di raya giştî ya cîhanê de rêz û heskirin bi dest xistiye, ev jî kiriye ku mifteya ku desteka navneteweyî hê zêdetir be. Tifaqa Netewî; banga gelê me, seyda, rewşenbîr û jinên me ya ‘Êdî bese îro roja yekîtiya netewî ye’ bersiva herî bi wate ye. Di vê çarçoveyê de roj roja ber bi tifaqa netewî ve gav avêtine. Roja roja ewilê li Bakurê Kurdistanê tifaqa netewî ava bikin û vê jî ber bi Kongreya Netewî ve birinê ye. Roj roja hilweşandina dîwarên di nava xwe de ye. Roj roja ne li paşeroj siberojê meyzandine.

Em ê tifaqa netewî bi ser bixin. Siberoj a gelê me ye.”

‘JI DERVEYÎ VÊ TI VEBIJÊRKEKE DIN YA ME TINE’

Em dibêjin de! Em wê Tifaqa Netewî bi serxin an em wê bi serxin! Bijarteyek me ya din tune ye! Ji ber vê yekî em dê lez nekin. Em ê bi hev re pêşî plan bikin û paşê bi hev re û ya girîng jî em wê bi gel ê xwe re vî karî baş bikin! Em dibêjin, de! Pêşî em li Kurdistanê bi berfirehiya herî mezin tifaqa Netewî ya Demokratîk ava bikin û paşê, li Tirkiye bi hêzên demokratîk, bi berfirehiya herî mezin yekîtiya hêzan armanc bikin.!''

DI ROJEVA KOMXEBATÊ DE ÇI HEYE?

Piştî daxuyaniyê û şûnde di roja yekem a komxebatê de ji bo moddela tifaqa netewî wê ji bo pirsên ‘Meclîsa Netewî be?’, ‘Kongre be?’ an jî ‘Eniya Demokratîk be?’ bibin bersiv. Wê li modelên Tevgera Yekîtiya Netewî ya Kurd (TEVKURD), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ezmûnên Herêma Federal a Kurdistan, Tevgera Demokratîk a Kurd (TEV-DEM), Konseya Netewî ya Kurd a Sûriye (ENKS) û dîsa modelên yekîtiya netewî ya cîhanê bê meyzandin, nav, bername û karê wê diyar bibin.

Rojeva duyamîn a komxebatê jî, di rêya tifaqa netewî de li ser nirxên bingehîn ji bo gihiştina hevkariyekê pirsgirêk û astengî wê bên nîqaşkirin.

Rojeva siyemîn jî li diîî êrîşên qirker ên li hember destkeftiyên Kurdan neşxerêya Komxebata Tifaqa Kurdistanê bê diyarkirin.

Encamnameya komxebatê jî wê sibe piştî nîqaşên bên kirin bê eşkerekirin.