Komploya navneteweyî li Koyê hat şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Koyê ya Hewlêrê bi meşekê hat şermezarkirin.
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Koyê ya Hewlêrê bi meşekê hat şermezarkirin.
Meş bi pêşengiya Tevgera Azadî û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) pêk hat.
Meşa ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ji ber benzînxaneya kevn dest pê kir û heta Parka Baxê Giştî dewam kir. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Yekîtiya Neteweyî" hatin qîrîn.
Li Parka Baxê Giştî jî ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre Mihemed Cukil daxuyaniya nivîskî xwend. Cukil got, "Armanca komplokeran dewamkirina peymana Sykes-Pîcot û Lozanê bû. Lê belê di encama berxwedan û têkoşîna gelê Kurd de, pêşî li vê armanca komplokeran hat girtin."
Cukil bal kişand ser çalakiyên Kurdan û dostên wan ên li çar aliyên cîhanê ji bo azadiya Ocalan û got, "Rêber Apo hem weke lîderekî hem jî weke ramangerekî tê dîtin."
Li ser navê Tevgera Azadî jî Nerîman Ehmed peyivî û got, "Wezîfeya her kesî ye ku vê roja reş protesto bike. Divê gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û li her devera lê ne li ber vê roja reş rabe û çalakiyan lidar bixe."
Li ser navê PYD'ê jî Suleyman Abdulqadir axivî û got, "Em ji hemû hêzên azadîxwaz, rêxistinên mafên mirovan û Yekîtiya Ewropayê dixwazin, ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava hewldanên cidî."
Ji Tevgera Goran Bîrwa Resûl jî işaret bi girîngiya azadiya Ocalan kir û got, "Weke Tevgera Goran, em hemû hêzên azadîxwaz ên têdikoşin û her kesên ji bo azadiya Ocalan dixebitin, silav dikin. Bang li hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê dikim, ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava hewldanan."