Komploya navneteweyî li Hewlêrê tê şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li Hewlêrê bi meşekê tê şermezarkirin.

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, şêniyên Hewlêrê li Parka Samî Ebdurehman li hev civiyan û ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan.

Çalakgerên ku bi qîrîna dirûşman komployê şermezar dikin, wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê û daxwaza azadiya Ocalan bikin.

Di vê navberê de, çalakgerên Meşa Dirêj a ji Silêmanî ber bi Hewlêrê ve, ji ber astengiya asayîşa PDK'ê li bajarokê Pirdê çalakiya rûniştinê lidar dixin û li benda destûrê ne ku karibin derbasî nava bajêr bibin.