Komploya navneteweyî li Amedê protesto kirin

Li Amedê komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîd hate protestokirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi organîzasyona hêzên global di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê hat derxistin û bi vê yekê re komploya navnetewî ya li dijî Ocalan destpê kir.

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê salvegera 22’yemîn a derxistina Ocalan ji Sûriyê şermezar kir. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel û parlamenterên HDP’ê, rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û DBP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û pêkahteyên KCD’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li Semta Ofîsê ya Amedê pêk hat. Polîsan girseyê dorpêç kir. Girseyê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kirin. Wê girseyê daxuyanî li Kuçeya Hunerê ya Ofîsê lidar bixista. Lê polîsan destûr neda. Girse ji Kuçeya Hunerê heta Duryana Ofîsê meşiya û dirûşm berz kirin.

Girseyê pankart vekir û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bimre tecrîd bimre faşîzm” berz kir.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ewilî axivî û diyar kir ku 22 sal in komplo bi tecrîdê didome û tişta îro li çar parçeyên Kurdistanê diqewime berdewamiya komployê ye.

Piştî Aydenîz, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel jî anî ziman ku li Girava Îmraliyê gelê kurd û gelên din hatine tecrîdkirin.

Piştî axaftinan girseyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê lidar xist.