Komploya 9'ê Cotmehê li Riha, Mêrdîn û Şirnexê hate şermezarkirin

Komploya 9'ê Cotmehê û tecrîda li Îmraliyê, li bajarên Riha, Mêrdîn û Şirnexê hatin şermezarkirin.

Komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li Riha, Mêrdîn û Şirnexê hate şermezarkirin.

RIHA

 Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Ligel rêveberên HDP'ê yê bajêr û navçeyan, gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi wesîleya rojê hatibû amadekirin ji aliyê Hevseroka Navçeya Curnê Reş Newroz Karakeçîlî ve hat xwendin.

 Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "22 sal di ser plana navneteweyî ya 9’ê Cotmehê (Roja Reş) re derbas bûn. Ev plana ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di şexsê Ocalan de, mudexaleyeke li dijî siberoja gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bû. Ev plana ku berî her tiştî li dijî fikr û nêrînên Ocalan ên ji bo aştî, aramî, demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn hate pêkanîn, bandora xwe li ser gelek geşedanên îro jî kiriye û bûye sedema gelek pirsgirêkan.

KOMPLO BI TECRÎDÊ DEWAM DIKE

Hêzên herêmî û navneteweyî ji bo ku mudaxileyî Rojhilata Navîn bikin ev plan xistin meriyetê û bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê ve, ev plan hate destpêkirin. Bi vê plana navneteweyî xwestin ku gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn bînin pêşberî hevdu û wan têxin qirika hevdu û bi vî awayî şerekî navxweyî bidin destpêkirin. Lê Ocalan ev plana wan hêzan a ku dixwestin li deverê şerekî mezin û bi salan bidin destpêkirin ferq û fehm kir û li dijî wê plana qirêj û bi talûke seknek nîşan da û ew plan pûç kir. Ocalan li dijî vê plana ku dixwaze gelan bixe qirika hevdu, riya çareseriyê bi pêş xist û bi fikra Komara Demokratîk û pêkvejiyana gelan bersiveke dîrokî da vê planê.

Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît, piştî salan derbarê vê planê de gotibû ‘Min jî fehm nekir ku gelo Amerîkayê ji bo çi Ocalan radestî me kir.’ Ev beyana Ecevît nîşan dide ku ev plana radestkirina Ocalan li ser maseyan û ji aliyê hêzên nepenî ve hatiye amadekirin. Bi radestkirina Ocalan û bi vê pêvajoyê diyar bû ku di têkiliyên navdewletî de li şûna pîvanên dîplomatîk, reftarên komplogeriyê esas tê girtin. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî parçeyekî vê planê bû. Ocalan ev xetereya bi fehm û feraseta xwe pûç kir û rê li ber şerê navxweyî girt. Di bin şertên tecrîda girankirî de, her hewl da ku pêkvejiyana gelên Kurd û Tirk û aştiyeke birûmet pêk bîne.

Ocalan hem li dijî vê planê û hem jî li dijî tecrîdê, fikr û nêrînên xwe li ser bingeha qebûlkirin û naskirina cudahiyan ava kir û her hewl da ku rê li ber şer bigire. Bi avakirina modela Neteweya Demokratîk ve xwest ku netewe, bawerî û çandên cuda bên naskirin. Lê dewletê bi tecrîd û tûndiyê bersiv da vê modelê û banga Ocalan û loma jî pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya îro xwe dispêre vê nêzikatiya dewletê. Nêzikatiya li Ocalan nêzikatiya li pirsgirêka Kurd û nêzikatiya demokrasiyê nîşan dide.

DIXWAZIN BI TECRÎDÊ GELAN BIFETISÎNIN

Di 22’yemîn salvegera vê plana navneteweyî de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi kûrtir didome. Îro jî mafê hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin û nahêlin Ocalan fikr û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Niha jî dixwazin wê tecrîda ku li Îmraliyê ava kirine, belavî temamî Tirkiyeyê bikin û civakê bifetisînin. Dixwazin bi tecrîdê, gelan jî bifetisînin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrişek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e. Em ê li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze gelan bifetisîne û têxe qirika hevdû; jiyana hevpar, Komara Demokratîk û aştiya birûmet biparêzin.”

MÊRDÎN

Rêxistina Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Mêrdînê li ber avahiya partiyê bi boneya salvegera komployê daxuyanî da çapemeniyê. Wekîla HDP’ê û gelek endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Bajêr Salîh Kûday, daxuyanî da û wiha got: “Bi tecrîdê, hewl didin gelên kurd û tirk bînin beramberî heve û şerekê navxweyî derbixin. Dixwazin herêmê bixin qada şer û pevçûnek mezin û dem dirêj. Ocalan ê li dijî plana van hêzan derdikeve, bi sekna xwe ya li Îmraliyê di hedefê deye. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê ji vê dafikê derbikevin, pêwîstî bi komara demokratîk û jiyana hev beş heye. Ocalan jî her tim hewldana vê yekê daniye holê.”

'EM Ê JIYANA HEVPAR BIPARÊZIN'

Kûtay di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di 22’yemîn salvegera vê plana navneteweyî de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi kûrtir didome. Îro jî mafê hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin û nahêlin Ocalan fikr û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Niha jî dixwazin wê tecrîda ku li Îmraliyê ava kirine, belavî temamî Tirkiyeyê bikin û civakê bifetisînin. Dixwazin bi tecrîdê, gelan jî bifetisînin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrişek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e. Em ê li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze gelan bifetisîne û têxe qirika hevdû; jiyana hevpar, Komara Demokratîk û aştiya birûmet biparêzin.”

Daxuyanî dûre bi lêxistina çepikan bi dawî bû.

ŞIRNEX

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyê, aktîvîstên TJA û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em komploya 9'ê Cotmehê ya navnetewî şermezar dikin" hat vekirin.

Rêvebira HDP'ê ya Şirnexê Zozan Aksu daxuyanî da û wiha got: "Di ser plana navneteweyî ya 9'ê Cotmehê re 22 sal derbas bûn. Ev plana ku di 9'ê Cotmeh a 1998'an de hat destpêkirin, roja destpêkirina komploya li dijî Rojhilata Navîn tevahî bû. Vê plana ku li dijî ramanên gelên Rojhilata Navîn ku dikare bibe sedema tekoşîna aştiyê, di roja me ya îro de pêşiya pirsgirîkên mezin vekir."

'DIXWAZIN CIVAKÊ BÊNEFES BIHÊLIN'

Aksu, bal kişand ser nêzîkatiya Ocalan ji bo pirsgirêka kurd û demokrasiyê ye û wiha pê de çû: "Di salvegera  22'emîn a  vê plana navneteweyî de, tecrît berdewam dike. Malbata Ocalan bi awayekê neqanûnî tê astengkirin û destûr nadin ku bi  parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne.Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin îro li tevahiya welêt belav bûye û tê xwestin ku bêhn li civakê bê qutkirin. Em ê li dijî vê hişmendiya ku dixwaze civakê bê nefes bihêle, têkoşîna xwe ya parastina civakî, jiyana hevpar û avakirina komara demokratîk bidomînin."

Piştî axaftinê daxuyanî bi berz kirina tilîliyan bi dawî bû.