Komplo hate şermezarkirin, berxwedana zindanan hate silavkirin

Çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî dewam dikin. Di çalakiyan de hate ragihandin ku komplo bi tecrîdê dewam dike û berxwedana li zindanan hate silavkirin.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek deveran hate şermezarkirin.

WAN

Li Wanê bi beşdariya gelek endamên partiyê û parlamenteran li hewşa avahiya partiyê çalakî hate lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan diyar kir ku tecrîd dewama komployê ye û bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan. Mûazzez Orhan got, "Dengê ku ji girtîgehan bilind dibe li dijî bêdaletî û bêhiqûqiyê ye. Banga girtiyên siyasî banga ji bo azadiyê ye. Banga ji bo maf û edaletê ye."

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

AGIRÎ

Komploya navneteweyî li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hate şermezarkirin. Gelek kes tevlî çalakiya li avahiya HDP'ê ya navçeyê bû. Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Abdullah Ekelîk axivî û diyar kir ku tecrîd ji Îmraliyê belavî tevahiya welêt bûye.

EDENE / MERSÎN

Rêxiçstinên HDP'ê yên Edene û Mersînê jî bi daxuyaniyan komploya navneteweyî şermezar kirin. Dİ daxuyaniyan de hate ragihandin ku bi komployê re di şexsê pirsgirêka Kurd de hewl hate dayin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn hemû bêçareserî bên hiştin.