Komkujiya Qamişloyê li Mexmûrê hate şermezarkirin

Şêniyên wargeha Mexmûrê, Komkujiya Qamişloyê ya 12'ê Adara 2014'an di salvegera 14. de şermezar kirin.

Li saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî komkujiya Qamişlo bi tevlîbûna sedan welatî û xwendevanên wargehê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin. 

Beriya daxuyaniyê gel li Saziya Malbatên Şehîdan li hev kom bû û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz girt. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Huseyîn Kara axivî û  Berxwedana Serdemê silav kir. Kara got; "Di serî de bi navê wargeha Şehîd Rustem Cûdî  berxwedana serdemê silav dikin û piştgiriya  xwe ji bo gelê Efrînê diyar dikin. Em berxwedana gelê Kurd ku bi taybet li Ewropa ji destpêka şerê Efrînê heta niha li qadan in silav dikin. Êrîşên faşîst ên dewleta Tirk ku li civaka Kurd û welatê Kurdistanê tên kirin, em şermezar dikin. Armanca dewleta Tirk tunekirina civaka Kurd e. Dixwaze di kesayeta Efrînê de  tevgera azadiyê û gelê Kurd welatparêz tune bike. Êrîşên hêzên dagirker ên li ser xak, zarok û gundên Efrînê dikin hovîtiya wan nîşan dide."

'SERHILDANA QAMIŞLOYÊ BINGEHA ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ YE'

Piştre endamê Komîteya Saziya Ciwanan Bedran Yuruk daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha gotin; "Serhildana Qamişlo bingeha şoreşa 19’ê Tirmehê ye. Di 12'ê Adara 2004’an de gelê me li dîjî rejîma Baas ya hov serî hilda. Gelê me yê berxwedêr li diji desthilatdaran û zordaran bi wêrekiyek pir mezin rabû ser pêyan. Di vê demê de desthilatdaran dixwestin vîna gelê Kurd bi yek carî bişkênin û teslim bigrin . Lê belê îradeya gelê me û lêgerîna wan a li azadiyê, cesaret û moralek mezin da tevahî gelên Rojavayê Kurdistan û tevahiya gelên Sûriyeyê. Ev hêza gel a têkoşer, tirs û xofek mezin xiste dilê dijminên mirovahiyê. Çirûska raperînê pê ket. Ev raperîna li bajarê Qamişlo dest pê kir, bi carekê belavî Kobanê, Efrîn, Heleb û Şamê bû."

'DIXWAZIN DI ŞEXSÊ EFRÎNÊ DE TEVAYÎ ŞOREŞA ROJAVA TESLÎM BIGIRIN'

Daxuyanî wiha dewam dike: "Ew berxwedana bê hempa ya ku li Efrînê tê raber kirin, mîrateya 12’ê Adarê ye. Zarokên vî gelî û qehremanên serdemê di Efrînê de destanên lehengiyê dinivîsînin. Bêguman tevahî cîhan şahidê vê yekê ye. Bila dost û dijmin bizanibin êdî Kurd serê xwe li ti hêza desthilatdar natewîne û koletiyê qebûl nake. Di serdema heyî de tenê armancek gelê Kurd heye, ew jî; jiyana bi awayekî azad e. Dewletên dagirker û mirovkuj tenê armanceke wan heye, ew jî talankirin û qirkirina gelan e. Dixwazin di kesayetiya Efrînê de tevahî şoreşa Rojava teslîm bigirin û bê îrade bihêlin. Lê belê wê ev plan û projeyên wan ên qirêj têk biçin. Dewleta dagirker bi planên xwe yên herî qirêj û bi çeteyên xwe yê bê exlaq bi awayekî bê pîvan êrîşî jin, zarok û kalan dike. Her kes vê yekê baş dizane. Zîhniyeta êrîşker a rejîma Baas û ya faşîzma dewleta Tirk heman zihniyet e. Weke tê zanîn zarokên vî gelê têkoşer bi raman û pîvanên Apoyî mezin bûne. Ne tenê Erdogan hemû cîhan jî bên nikarin careke din îradeya gelê Kurd bişkîne."

'BERXWEDANA SERDEMÊ WÊ BI SER BIKEVE'

Daxuyanî wiha bi dawî dibe; "Li ser vê bingehê em wek gelê Mexmûr kiryarên hovîtiya rejîmên dagirker şermezar dikin. Bi ruhê serhildana 12'ê Adarê û berxwedana serdemê em ê serketinê mîsoger bikin."

Daxuyanî bi diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Serhildana 12’ê Adarê" û "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.