Komkujiya malbata Şenyaşar: 9 dozger hatin guhartin!

Dozgerê têkilî doza qetilkirina Şenyaşaran cara 9'an hate guhartin.

Dozgerê doza têkilî qetilkirina malbata Şenyaşran cara 9'an hate guhartin. Êrîşa wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wan li kargeha Şenyaşaran dest pê kiribû, Adil û Celal Şenyaşar ku di êrîşê de bi giranî birîndar bûbûn û bav Hacî Esvet Şenyaşar li Nexweşxaaneya Dewletê ya Pirsûsê hatibûn qetillkirin.

Lêpirsîn kargehê û nexweşxanê ji hev vediqetîne, di rûniştinê de ya doza têkilî kargehê ku li Meletî 2'yê Nîsanê hatibû dîtin, 37 sal û 9 meh dabûn Fadil Şenyaşar, 18 sal ceza dabûne Enver Yildiz.

Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza dosya were rastkirin çûyî edliyê, hîn bû ku dozger ev cara 9'an e hatiye guhartin. Dozgerê 7'an ku beriya niha li dosyayê dinerî têkilî rûdanên li nexweşxanê tespît kiribû ku li nexweşxanê 23 kesan êrîş biriye ser malbatê, piştî vê dozger hatibû guhartin. Dozger Mehmet Alpaydin ku beriya bi 3 mehan dosya dewr standibû, 45 rojên vê demê bi iznê derbas kiribû.