'Komkujiya li Parîsê êrîşek li ser felsefeya Abdullah Ocalan bû'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn têkildarî komkujiya Parîsê got, "Ya ku êrîş li ser hate kirin û qetil kirin, meşvana pratîkî ya felsefeya Birêz Ocalan bû. Êrîş li dijî îdeolojiya rizgariya jinê bû."

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de bi hevkariya îstîxbaratên Tirk û Fransayê li Parîsê hatin qetilkirin. Di salvegera 10'emîn a komkujiyê de Mîr Perwer, Emîne Kara û Abdûrrahman Kizil ên ji bo birêxistinkirina çalakiyên bîranînê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev kom bûn, bi êrîşeke çekdarî hatin qetilkirin.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn têkildarî Sakîne Cansiz û têkoşîna wê axivî.

Tosûn têkoşîna 45 sal berê ya Sakîne Cansiz bi bîr xist û anî ziman ku yek ji wan neferan bû ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahiya cîhanê re da naskirin. Tosûn diyar kir ku Cansiz di nava şert û mercên giran de têkoşiya.

SAKÎNE CANSIZ GELEKÎ BANDOR LI MIN KIRIBÛ

Tosûn anî ziman ku Cansiz mîna ku di pirtûka xwe de ya bi navê 'Jiyana min timî şer bû' qalê dikir, jiyana xwe diyarî azadiya gel û jinên Kurd kir û got, "Bi xwe gelekî ketim bin bandora Sakîne Cansiz. Tevkariya wê ya li rêxistinkirina jinên Kurd mezin e. Porên sor ên Sakîne Cansiz li tevahiya cîhanê bû nirxek. Lê belê li Parîsê di sala 2013'an de hate qetilkirin."

'YA KU KOBANÊ RIZGAR KIR, TÊKOŞÎNA WÊ BÛ'

Tosûn destnîşan kir ku piştî qetilkirina Cansiz jinan li tevahiya cîhanê têkoşîna xwe mezintir kirin û got, "Piştî Sakîne Cansiz jin li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê serketin bi dest xistin. Her wiha li her derê hişmendiya lêgerîna li mafên jinan bilind bû. Di demekê de ku her kes ji ber DAÎŞ'ê direviya, jinên Kurd bi felsefeya Birêz Ocalan û bi pratîka Sakîne Cansiz tevgeriyan û serketinên meizn bi dest xistin. Îro jî li Îranê jin li ser piyan e. Jinên li Îranê bi destketî 3u hişmendiya Tevgera Jinên Kurd li ser piyan e. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li tevahiya cîhanê belav bû."

'ÊRÎŞ LI DIJÎ NIRXÊN OCALAN HATE KIRIN'

Tosûn bi bîr xist ku 10 sal piştî komkujiya Parîsê li heman bajarî careke din 3 Kurd hatin qetilkirin û got, "Ev komkujî divê weke rêbazeke ji bo astengkirina felsefeya jinê û azadiyê bê nirxandin. Êrîşî hemû nirxên Birêz Ocalan dikin. Beriya 10 salan jî bi heman rengî bû, niha jî bi heman rengî ye. Ji xwe 50 sal in êrîşî felsefeya Birêz Ocalan dikin. Em hêvî dikin ku sala 2023'an bibe sala bidawîbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan û tevkariyê li têkoşîna azadiyê ya Kurdan bike."