Komîteya Zindanê ya PKK’ê: Tecrîd û AKP-MHP divê werin hilweşandin

Komîteya Zindanê ya PKK’ê got, “Bi qasî ku em Rêbertî fêm dikin em bi ser dikevin” û diyar kir ku divê tecrîd jî û AKP-MHP jî werin hilweşandin.

Komîteya Zindanê ya PKK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê em bi hurmet Rêber Apo silav dikin ê ku li hemberî komploya pêşengtiya berxwedanê kir, gel û tevgera me anî ber serfiraziyê, li ser navê mirovayetiya dinyayê bû sembola azadî, edalet û demokrasiyê.

Em di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin ‘û şehîdên şîara ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’  de hemû şehîdên xwe bi rêzdar bi bîr tînin.

Em dizanin ku rêhevaltiya me ya kêm rê li ber komployê vekir. Ji ber ku me rast û di dema wê de Rêbertiya xwe fêm nekir, vî tiştî hêz da komplogeran. Îro em çi qasî Rêbertiya xwe fêm bikin, em ewqasî bi ser bikevin. Ji ber vê jî li hemberî komployê bersiva herî rast ev e ku em Rêbertiya xwe çiqasî rast fêm dikin û fikrên wî têxin meriyetê.

15’ê Sibatê ji bo me roja reş û roja qirkirinê ye, di heman demê de li ser bingehên xurt em dikarin kesayetiya serfiraziyê di nava xwe de ava bikin.

21 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo em gel û Tevgera Azadiyê li hemberî komployê têkoşîneke xedar xurt didin meşandin. Vê têkoşîna bi heybet îro li her çar parçeyên Kurdistanê û li her dera dinyayê ya ku gelê me û dostên me lê ye, bi xurtî didome.

Rêber Apo îro di asta Rêbertîya mirovayetiya pêşverû û gelên Rojhilata Navîn de ye. Vê têkoşîna li hemberî şertên esaretê yên Rêber Apo di heman demê de dibe têkoşîna azadiya gelan a mirovayetiyê. Vê têkoşîna ji bo rakirina tecrîda li ser Îmraliyê di sala 22’emîn de divê bi ser bikeve. Bi hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê, demokratîzekirina Tirkiyeyê û azadbûna gelê Kurd ev tişt dikare bi têkoşînê pêk were.

Bi van berpirsyariyan em careke din Komploya 15’ê Sibatê nalet dikin û bi baweriya ku wê sala 2020’an bibe sala têkbirina komployê û serkeftina berxwedanê em bang li hemû gel, dost û raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li berxwedanan derkevin û bi tevlêbûneke xurt ji bo serkeftinê bi hemû hêza xwe seferber bibin.”