Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê: Bawer Botan şoreşger, hunermend û wêjevan bû

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê bi rêz û hurmet endamê TEV-ÇAND’ê Bawer Botan (Ehmed Tahir) bi bîr anî yê ku di 5’ê Mijdara 2021’an de li Rojava dema tedawî dibû, şehîd bûbû.

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê peyameke sersaxiyê weşand û ji bo Bawer Botan ‘Ew şoreşger, hunermend, wêjevan bû’

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Heval Bawer Botan şoreşgerî û hunermendî di kesayetiya xwe de kiribû yek. Jiyana heval Bawer nîşana vî tiştî bû ku divê hunermendek çawa li hemberî gelê xwe berpirsyar tevbigere. Dema ku mesele azadiya gelekî be heval Bawer xwedî helwest û têkoşîneke mînak bû.

Heval Bawer ê ji Sêrtê li Êlihê mezin bûye û di serê salên 1990’î de bi saz û stranên xwe gelê xwe coşandiye û gel rakiriye serhildanê.

Bi koma bi navê ‘Zembilfiroş’ a ku tevî hevalên xwe ava kiribû, dawet û kolan bi stranên şoreşê tijî kirine. Wî hunera xwe xistiye bin xizmeta propagandaya şoreşê û ji ber vê zû bûye hedefa dijmin.

Heval Bawer di 17 saliya xwe de ketiye zindanê, dijmin ji nêz ve nas kiriye û hezkirin û hevgirtina rêhevalên xwe jî ji kûrahî ve dîtiye. Wî zindan ji xwe re wekî mekanê perwerdehiya îdeolojîk dîtiye,  di zindanê de ji hevalên xwe moral, enerjiya jiyanê û tevlêbûna çalak a di nav jiyanê de dîtiye û bi saz û stranên xwe moral daye hevalên xwe.

Piştî ku ji zindanê derketiye, di nav refên şoreşê de bûye gerîlayek û bi çiyayan re bûye yek. Her dem di nav wê lêgerînê de bû ku ew ê çawa derbên giran li dijmin bixe. Ew di nav berxwedana Zapê de cih girtiye û bê berxwedana destanî ya gerîla kiriye pirtûk.

Di heman demê de pirtûka duyemîn a rêza romana li ser Rêbertî a bi navê ‘Apo, roniya hêviyê’ nivîsiye. Beriya nivîsandina romanê amadekariyeke kûr kir kiriye û ji ber vê nêzikbûna wî ev xebat bi ser ketiye. Kêfa xwendevana gelekî ji pirtûkê re hatiye û ji bo heval Bawer jî ev bûye xelata herî mezin.

Piştî romanê bala wî çûye ser xebatên qada sînemayê. Wî dest bi senaryoyeke li ser berxwedana xwerêveberiyê, welatparêzî û îxanetê kiriye. Piştî ku xebata wî wekî projeyekê hate qebûlkirin wî dest bi xurtkirina vê xebatê kiriye. Li ser vê rêzefîlma bi navê ‘Tava Sor’ bi kedeke mezin xebitiye. Wî ji xeynî senaryoyê, berpirsyariya rêxistinkirina xebatê girtiye ser xwe û bi derfetên kêm aniye asta ku rêzefîlmek were kişandin.

Heval Bawer xwediyê hedef û xeyalên mezin bû. Tu carî qîma xwe bi tiştên kêm netanî. Pêdiviya şoreşê ji çi hebûya, wî dixwest wî tiştî pêk bîne. Ew her dem çalak bû. Li ser gelek proje û xebatan dixebitî. Ew hunermendekî wisa bû ku lêgerîna wî qet nediqediya û aliyê wî yê wêjeyî jî gelekî xurt bû. Wî dikaribû gelek tişt bikira. Bi jiyan, tecrube û danheva xwe ev tişt îspat kiribû. Ji ber nexweşiyê heval Bawer zû ji nav me bar kir û tevlî nav karwanê nemiran bû.

Em bi rêz û hurmet heval Bawer bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li mîrateya wî ya şoreşger û hunermendiyê derkevin û em ê xeyalên wî yên nîvcomayî pêk bînin.”