Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê: Li dijî êrîşên çekên kîmyewî em dengê xwe bilind bikin!

Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê bang li her kesê xwedî wijdan kir ku li dijî vî sûcê mirovahiyê û şerê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de hatiye kirin, dengê xwe bilind bikin û bikevin nava tevgerê.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:

“Artêşa Tirk bi salan e li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bertek û daxuyaniyên piştî parvekirina dîmenên şehadeta dawî ya 17 gerîlayên azadiyê yên bi çekên kîmyewî, rewşeke wijdanî îfade dike. Ev yek nîşaneya pîvan û fezîleta herî bingehîn a mirovbûnê ye.

Bi perspektîf û talîmata artêşa Tirk û serfermandarê wê yê faşîst Erdogan, sûcê herî mezin ê mirovahiyê  di vî şerî de tê kirin. Daxuyaniyên Seroka TBB'ê Şebnem Korur Fincanci ku yek ji sedan kesên xwedî wijdan e ku li dijî van sûcan derketiye, watedar û bi nirx e.

Birêz Şebnem Korur di daxuyaniya xwe ya derbarê bikar anîna çekên kîmyayî de ya ji aliyê TSK’ê ve gotibû, ‘Ev gazên kîmyeyî yek ji wan gazên jehrîn e ku rasterast bandorê li pergala sinirê dike û her çend qedexe be jî ev gaz di pevçûnan de têne bikaranîn. Ji bo vê komîteya serbixwe mecbûr in ku li herêmê lêkolînê bike û peymanên navneteweyî bi cih bîne’ rastiyek îfade dike. Ji bo vê rastiyê bidin bêdengkirin desthilatdariya Erdogan û hevkarên wê lêpirsînê didin destpêkirin. Ji bo li ser sûcên xwe bigirin wiha êrîş dikin. Em vê biryarê şermezar dikin.

Şebnem Korûr Fincancî Seroka Doktorên Bijîşkên Tirk, pispora tipa edlî ye, li cîhanê navdar e û zanyarekî bi rûmet e. Ew parêzvanê mafên mirovan e ku bi salan e bi lehengî rastiyê diqîre. Şebnem Korûr Fincanci her tim li kêleka jiyanê û danjiyankirinê ye. Û her tim li pey heqîqetê bûye û hewl daye rastiyên zanistî bîne ziman. Ji ber van daxuyaniyan em di wê baweriyê de ne ku divê demokrat û zanyar, bi taybetî bijîjk û xebatkarên tenduristiyê li hemberî êrîşa dewleta faşîst a Erdogan û hevkarên wê bertekên xwe nîşan bidin. Şebnem Korûr Fincanci dengê wijdana me û mirovatiyê ye. Xwedîderketina li vî dengî û vî wijdanî xwedîderketina li rûmeta me ye.

Em bang li her kesê ku xwedî wijdan e, li aliyê jiyan û danjiyankirinê ne, li dijî vî sûcê mirovahiyê û şerê ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de tê kirin, dengê xwe bilind bikin û bikevin nava liv û tevgerê."