Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê: Em xwedî li têkoşîna xwe ya ziman û perwerdehiyê derkevin

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got: "Îro ji her demê bêhtir em têkoşîna xwe ya hebûn, nasname, ziman û perwerdehiyê di hemû aliyên jiyanî û hiqûqî de hembêz bikin."

Komîteya Perwerdehiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da. Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê pîroz kir û banga xwedî derketina zimanê dayikê kir.

Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê wiha ye:

“24’emîn Roja Zimanê Dayikê a Navneteweyî di serî de li Rêberê Tekoşîna Azadiyê Rêber Apo, şehîdên doza azadiyê û di şexsê gelê me yê berxwêdêr de li hemû gelan pîroz be.

Ziman ku yek jê hêmana herî sereke a mirovbûn û civakbûnê ye, di afirandin û pêşxistina çanda civakî de jî hêmana sereke ye. Ziman ne tenê hêmana bingehîn a avabûna hişmendiya civakî, di heman demê de hêmana bingehîn a avakirina civakî ye. Ne tenê amûrekî veguherandinê; di heman demê de ji bo gelekî amûrê herî girîng a jiyandina nasname, çand û gihandina pêşerojên ronake. Her zimanekî hilgirê dîrok, çand, wêje, hûner û felsefeya jiyanê a civaka xwe ye.

Gel, dema xwedî li zimanê xwe derbikeve dibe gel û bi tenê wisa dikare civakbûna xwe biparêze û pêşde bibe. Di vê wateyê de ziman jî weke çand hîma sereke û bîra hevpar a civakan e. Civakek çiqas zimanê xwe yê zikmakî pêşxistibe, standardên xwe ên jiyanê jî ewqas pêşxistiye. Civaka ku zimanê wê hatî qedexekirin, zimanê xwe wind kiriye û ketî bin destê dagirkerî û serdestiya zimanên din, ew civak bi dagirkerî, bişaftin û qirkirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Di destpêka sedsala 20’an û pê de li gelek deverên cîhanê bi sedema dewlet-netewên yekdest ên hatî damezrandin, gelek welat bûne goristanê zimanan. Dewlet-netew bi polîtîkayên xwe ên qirkirina ziman û çand, di hemû qadên jiyanê de perwerdeya bi yek ziman wek neçariyekî li ser gelan ferzkirine. Riya sereke a bişaftina civakekî qedexekirina zimanê wê civakê ye. Bê şik, ji bo civakekî wêraniya herî mezin bi zimanê xwe neaxaftin, jibîrkirina zimanê xwe û dûrketina ji zimanê xwe ye.

Eşkereye ku civaka zimanê xwe ji bîrkirî bi mîsogerî wê çanda xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe û herî dawî jî wê bîra xwe winda bike. Ev yek qira civakiye ku ji hêla dewlet netew bi domdarî tê meşandin. Di vê wateyê de şoreşa ziman ku beriya deh hezaran salan li ser xakên Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd hat pêşxistin, li gel ku mohra xwe li pêşketina mirovahiyê daye, îro li ser heman xakê ji gelê me yê şoreşa ziman pêşxistî re bi zimanê xwe xwendin, nivîsandin, stran, siyaset û heta ken û girî hatiye qedexekirin. Li gel qedexekirina azadî, qedexekirina zimanê zikmakî di hevpeymanên Ewropa û Neteweyên Yekbûyî de jî wek qirkirina çandî tê pênasekirin, dewlet neteweyên Tirk, Fars û Ereb ziman û çanda Kurdî xistine nav pencên qirkirinê, gelê me ji hemû derfetên perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar hiştine. Ziman û çanda Kurdî bi hemû hêmanên xwe ên weke wêje, dîrok, mûzîk û hwd tune hatiye hesibandin, di nav ziman û çanda dewletên serdest de bi tunebûnê re rû bi rû hatiye hiştin.

Heya niha jî Kurd li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê nikarin li cihên fermî bi zimanê xwe biaxivin, nikarin li dibîstanan bi zimanê xwe perwerde bibînin. Rejîma Sûriyê heya niha jî di hevdîtinên xwe ên li gel Rêveberiya Xweser a Rojava, Bakûr-Rojhilatê Sûriyê de, bi tu şêweyî xwe nêzî çareseriya perwerdehiya pirzimanî nake, hebûna dibistanên pirzimanî napejirîne. Hê jî li Başûr zaravaya Kurmancî, xwedî tu fermiyetekî nîne. Bêguman van rastiyan tevahî ji bo her Kurdekî sedema sereke a bilindkirina têkoşîna xwedî lê derketin, parastin û pêşdebirina ziman e. Dema ku em îro 24’emîn Roja Ziman a Cîhanî pêşwazî dikin de li beşekî Bakur û Rojavayê welat hê jî li benda pêçandina birînên erdnejê ne. Hê jî bi hezaran zarok, jin, mêr, kal û pîr di bin xirbeyan de ne.

Rejîma dagirker ev bi salane li dewsa ku li beramberê karesata erdhejê tedbîrên pêwîst bigre, bi hinceta erdhejê bi hezaran dibîstanên xwendekaran girt û li gelemperiya Tirkiyê derdora 679 hezar xwendekarî mexdûr kir. Xwendekarên ji ber erdhejê mexdûr bûyî jî para xwe ji vê biryarê girtin û bi dubare hatin mexdûrkirin. Dîsa bi hinceta erdhejê li gelek zanîngehan perwerdeya rû bi rû hatin rawestandin, çeteyên rejîma AKP-MHP’ê, bi vî şêweyî barê bê berpirsiyariya xwe danîn ser milê xwendekaran. Heman rejîma çete li deverên erdhejê li gel ku ti pêdiviyên gel ên weke xwarin, vexwarin, tendiristî, ji bo mayînê kon û hwd pêşwazî nekir, ji bo zarokên bê kon, di konan de bi şêweyekî lez û bez qûrsên Quranê destpêkirin. Tabloya bi erdhejê re derketî holê, korerêya bêçaretî û mirinê ye ku di serî de Kurd, ji tevahî gelan re rewa hatiye dîtin.

Lewra bi boneya 24’emîn salvegera roja zimanê dayikê em Komîteya Perwerde a KCK’ê bang li hemû mamosta, akademîsyen, karmendên perwerdehiyê û malbatan dikin ku rê nedin rejîma çete a Erdogan û Bahçelî, ku di bin navê erdhejê de mexdûriyetên heyî ji bo desthilatdariya xwe vegerînin qezencê. Rê nedin vê rejîmê ku mirovan hem dema erdhejê, hem jî piştî erdhejê bi mirinê re rû bi rû hiştî, zarokên me di bin navê dersên olî de radestê terîqatan bike. Lewra di rewşa niha de erk û berpirsiyariya tevahî perwerdekaran ev e ku mercên Rewşa Awarte nasnekin, zarokên xwedî pêdiviya alîkarî û piştgiriya derûnî bi tenê nehêlin, îro ji her demê zêdetir di warê jiyanî û zagonî de xwedî li tekoşîna hebûn, nasname, ziman û perwerdehiyê derbikevin.”