Komîteya hevbeş ya KNK’ê û KPU: Xebatên ji bo yekîtiya navxwe didome

Di civîna Komîteya hevbeş a KNK’ê û KPU’yê de mijara esas derketin pêş domandina xebatên yekîtiya navxwe û berfirehkirina Komîteya Diyaloga Navxweyî bû.

Komîteya Hevbeş ya KNK’ê û KPU’yê li ser pêşxistina diyaloga hevbeş ya di nava partî, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, oldar û gelek pêkhateyê Kurdistanî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniyê xebat dewam dikin, tevî hinek kêmahiyan jî encamên hevdîtinan erênî bûn. Hate gotin ku wê komîteya hevbeş ya ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî were berfireh kirin.

Xebatên Kongreya Netewî ya Kurdistanê a ji bo yekîtiya di nava Kurdan de dewam dike. Ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) komîteyek hevbeş avakirine. Komîteya Hevbeş ya KNK’ê û KPU’yê li ser kar û xebatên xwe yên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî, xebatên KNK û KPU’yê berdewam in. Ji bo diyaloga navxweyî Komîta Hevbeş ya KNKê û KPU, duh civîna xwe pêk anî. Di civînê de karên heta niha hatîn kirin di berçavan re hatin derbazkirin û li gel hinek kêmaniyan jî, encamên wan karan weke erênî hatin nirxandin. Civîn, bi giştî li ser bicihanîna encamên Konferansa Pêşxistina Diyaloga Navxweyî rawesta û firehkirina Komîta Diyaloga Navxweyî bû mijareke sereke.

Ji bo Diyaloga Navxweyî Komîta Hevbeş ya KNKê û KPU, biryar da ku li gel kesayetên Kurdistanî peywendî dane, navên kesên ku dikarin di komîtê de cihê xwe bigrin kom bike û di civîna pêş de li ser wan navan raweste û Komîta Diyaloga Navxweyî fireh bike.

Em vê di dema hesas û girîng de, pêşxistina diyaloga navxweyî, karekî zarûrî û mezin dibînin. Ji bo ev kar pêşkeve û bighê encamekî erênî, em ji hemî dem û dezgeh, partî û rêxistinan û ji gelê Kurdistanê destek û piştgirîyê dixwazin.”