Komîteya Azadiya Ocalan: Rêber Apo xeta me ya sor e

Komîteya Azadiya Ocalan ji bo agahiyek derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bigrin çalakiyek lidar xistin.

Komîteya Azadiya Ocalan li Silêmaniyê ji bo protesto kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wergirtina agahiyek di derbarê tendirustiya wî de, çalakiyek girseyî lidarxist. 
Di saetên êvarê de li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê ji aliyê Komîteya Azadiya Ocalan ve çalakiyek girseyî li dijî tecrida li ser Rêber Apo hate lidarxistin.


Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Jiyan û tendirustiya Rêber Ocalan xeta sor e, wê gel xwedî lê derkeve” hatin hildan. Her wiha dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe, Erdogan baş bizane Rêber Apo xeta sor e” qêriyan.
Daxuyaniya Komîteya Azadiya Ocalan ji aliyê Mihemed Bekir ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ev bi salane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji hemû mafên xwe bê par hatiye hiştin û rê nayê dayîn ku parêzer û malbat hevdîtinê li gel pêk bînin.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber îdiayên li ser jiyan û tendirustiya Rêber Ocalan hatine belavkirin, gelê Kurd ketiye nava fikaran û wiha domand; “Ji bona wê em bang li tevayî Kurdan dikin bi çalakiyan zextên li ser dewleta Tirk zêde bikin ku bikarin agahiyek di derbarê tendirustiya Rêber Ocalan de werbigrin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Rêber Apo ji bo wan xeta sor e û ew ê heta dawiyê li Rêber Apo xwedî derkevin. Komîteya Azadiya Ocalan daxwaz kir ku di demek zû de rê bi parêzeran were dayîn serdana Îmraliyê bikin û agahiyek zelal li ser tendirustiya Rêber Apo wergirin.