Komîteya Azadî ya Ocalan û RJAK’ê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Endamên Komîteya Azadî Ji bo Ocalan û RJAK, Tevgera Azadî, Rêveberiya Xweser, Kongra Star û welatiyên Bakurê Kurdistanê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi danîn şitlan pîroz kirin.

Bi pêşentiya Komîteya Azadî Ji bo Ocalan û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi tevlêbûna dehan welatiyên Bakur û Başûrê Kurdistanê nûnerên Tevgera Azadî, Rêveberiya Xweser û Kongreya Star li Parka Hewarî Şar a Silêmaniyê bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 75 şitlên zeytûnê hatin çandin.

Girse li Parka Hewarê Şar kom bûn û piştre bi rengê konvoy heta cihê ku dar lê bê çandin bi rê ketin.

Bi boneya sala 75’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 75 şitlên zeytûnê hatin çandin.

Piştre li ser navê Komîteya Azadî Ji bo Ocalan û RJAK’ê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyên hatin dayîn de ewilê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û piştre jî bal kişand ser berxwedan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurt û taybet ji bo jinê hate dayîn.

Her wiha di dewma daxuyanyan de qala bêdengiya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin ku kete sala 2’an tu hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nehatiye kirin.

Dîsa di beşek din a daxuyanê de bang li gelê Kurd ê welatparêz, ciwanan, jin û sazî û partiyan hate kirin ku hemû bi yekît û hev re azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş bixin, dawî li sîstema êşkence û asîmlasyonê ya Îmralî bînin, aştî û bihevre jiyana gelan mîsoger bikin.

Herî dawî hate gotin ku ew ê li ber xwe bidin ku heta dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan azad bikin.