Komîteya Şehîdan û Tevgera Azadî serdana gorên şehîdan kirin

Di nava Kurdan de serdana gorên şehîdan a weke kevneşopiyekê lê hatî di Cejna Qûrbanê de gel serdana goristanan dikin. Endamên Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr û Tevgera Azadî li Silêmanî serdana gorên şehîdan kirin.

Endamên Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr û Tevgera Azadî li Silêmanî bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdan ên li dem û cihên cuda şehîd bûne kirin.

Destpêkê serdana gora şehîd Merwan û şehîd Şoreş ên li Goristana Kelikin hate kirin. Li vir di şexsê şehîd Merwan û şehîd Şoreş de hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Komîteya Saziya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr dayika Beyan Ferac axivî. Ferac hemû şehîdên Tevgera Azadî ya Kurdistan û şoreşê bibîr anî. Ferac got: “Em minetdarên şehîdanin û deydarê wanin. Îro mirateya şehîdane ku li Heftanîn têkoşîn dike. Ji bo wê divê xwedî li şehîdan der bikevin. Hemû destkeftî bi lehengî û xwîna şehîdan hatine bi dest xistin.”

Piştre jî dayika şehîd Merwan dayika Etiye axivî. Dayika Etiye anî ziman ku dayika tevahî şehîdane û Got: “Bi têkoşîn û xwîna şehîdan em ê bigihêjin serketinê. Îro li her derê gerîla li ber xwe dide. Wê bi teqez dagirker têk biçe.”

Piştî axaftinan dirûşma “Şehîd Namirin” hate qîrkirin. Piştre jî Endamên Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr û Tevgera Azadî serdana gorên şehîdan ên li dem û cihên cuda şehîd bûne yên li Goristana Şêx Mihyedîn û Seywan (Goristana Şehîdan) hatine veşartin, kirin.

Di dawiya serdanê de bi yek dengî dirûşma “Şehîd Namirin” hate qîrkirin.