Komîsyona Rewşa Awarte xwe xistiye şûna dozgeriyê

Kesên ku li Wanê ji kar hatine avêtin û serî li Komîsyona Rewşa Awarte dane, daxwazên wan ji aliyê komîsyonê ve bi îdîaya "daneyên îstîxbaratî" nayên qebûlkirin.

Bi sedan kedkarên cemaweriyê ku li Wanê bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de ji kar hatine avêtin, serî li Komîsyona Rewşa Awarte dan û bersiv ji serlêdanên wan re tê dayin. Komîsyona Rewşa Awarte heta niha serlêdana 300 kesî nirxand û daxwaza kedkaran a ji bo vegera li kar red kir. Komîsyon di raporên xwe de li ser kedkarên cemaweriyê gilînameyê amade dike û hînbûna kedkaran a Kurdî li Kurdî-Derê jî weke sûcekî dibîne.

Di bersiva komîsyonê de ev hevok timî cih digire: "Li gorî daneyên îstîxbaratî yên gihîştine ber dest." Li gorî hiqûqnasan, divê li ser agahiyên îstîxbaratî delîl bên pêşkêşkirin. Lê belê Komîsyona Rewşa Awarte li şûna ku vê yekê bike, mîna dozgerekî îdîanameyê ya jî fezlekeya polîsan amade dike. Di bersiva komîsyonê de kedkar weke "endamên rêxistinê" tên binavkirin.

HIQÛQNAS ÇÎFTÇÎLER: NABE KU AGAHIYÊN ÎSTÎXBARATÎ LI DIJÎ MIROVAN BÊN BIKARANN

Hiqûqnas Erhan Çîftçîler mijar nirxand û diyar kir ku li gorî Qanûna Wezîfeya Polîsan li ser agahiyên îstîxbaratî divê delîl werin pêşkêşkirin. Çîftçîler destnîşan kir ku bêyî delîlan ti agahiyeke îstîxbaratî nabe ku bibe sedema lêpirsînê û got, "Agahiyên bi vî rengî di nava hiqûqê de ne cihê baweriyê ne û nabe ku li dadgehan weke delîl bên dîtin. Agahiyên îstîxbaratî nabe ku li dijî mirovan bên bikaranÎn."

Agahiyên îstîxbaratî ji dozgerî ya jî emniyetê re tên ragihandin û piştî ku bi delîlan hatin piştrastkirin hingî dikarin pêşkêşî dadgeriyê bên kirin. Lê em niha rewşeke wiha nabînin. Ji bo serlêdana mirovan neyên qebûlkirin, weke ku îdîaname hatiye amadekirin. Biryarên bi vî rengî hatine dayin, teqez wê li bin guhê hiqûqa navneteweyî bikevin. Mirov tenê ji ber nêrînên xwe ji kar tên avêtin."

HEWL DIDIN KEDKARAN KRÎMÎNALÎZE BIKIN

Çend ji bersivên li serlêdanên li Wanê hatine kirin:

* Li gorî daneyên ji Serokatiya Daîreya Komeleyan hatine bidestxistin, serlêdêr endama/ê Şaxê Wanê yê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ye, ku ev komele bi hinceta pêwendiya xwe bi PKK/KCK'ê heye hatiye girtin...

- Komîsyona Walîtiyê diyar dike ku endamê PKK/KCK'ê ye ya jî pêwendiya xwe bi wan re heye...

- Li gorî agahiyên ji UYAP'ê hatine girtin, serlêdêr tevlî çalakî û civînên bêdestûr bûye...

- Endamên komîsyonê hîn bêhtir zêdegaviyê dikin û mîna dozgerekî qala îdeolojî û stratejiya PKK'ê dikin û hewl didin kedkaran krîmînalîze bikin.