Komîsyona Ewlekariya Iraqê derbarê êrîşa li Xanesorê lêkolînek kir

Piştî êrîşa balafirê bêmirov a dewleta Tirk a li ser maleke li navçeya Xanesor a Şengalê, Komîsyona Ewlekariya Iraqê li cihê bûyerê lêkolînek kir.

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker danê nîvro li Xanesorê li malekê da.

Li gorî agahiyên ku RojNewsê ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û ji meclîsên gel girtiye, bombe li maleke vala ya ku dihate çêkirin ketiye. Di êrîşê de malên welatiyan jî zirar dîtin.

Piştî êrîşa balafirê bê mirov, şandeyek ewlehiyê ku ji artêş, polîs û asayîşa giştî ya Iraqê pêk dihat dest bi lêkolînê kir.

Ji ber ku lêpirsîn berdewam dike rayedaran hêj daxuyaniyeke fermî nedane.

Lê belê Endamê Meclîsa Gel ya Xanesorê Hecî Kûlî ku ji RojNewsê re axivî ev tişt anî ziman, “Hilbijartina Xanesorê ji bo êrîşê bi taybet hatiye diyarkirin e û ev êrîş li dijî vegera gel e. Bersiva herî baş a ji êrîşê re jî wê berdewambûna vegera gelê me ya bo Şengalê be. Em bang li gelê xwe dikin, bi vegerê bersiva van êrîşan bidin û gel divê dest ji axa xwe bernede.”

Rêveberê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî got, “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwest were Şengalê û gav ji bo pêkanîna 9’ê Cotmehê biavêje. Lê dema îradeya gel dît û zanî wê nikare bi vê rêbazê bi cih bike. Lewma careke din dest bi êrîşan hate kirin. Tevî êrîşan jî gelê me vedigerin ser warê xwe.”