Komira bê kalîte hewa Colemêrgê gemarî dike

Li Colemêrgê, şewitandina komira bê kalîte dibe sedem ku hewa gemarî bibe. Qirêjiya hewayê gihîştiye wê astê ku gefê li tenduristiya welatiyan dixwe.

Hewa Colemêrgê ewqasî tê qirêjkirin, ku li Tirkiyeyê di vî warî de di rêza yekemîn, li Ewropayê jî di rêza sêyemîn de ye. Ji ber vê rewşê welatî di nava tirs û fikarê de ne. Qirêjiya hewayê gihîşt wê astê ku gefê li tenduristiya welatiyan dixwe. Di mehên zivistanê de ji ber qirêjiya hewayê ewrekî reş li ser bajêr digere. Serê sibehê û êvarê mirov bi zorê hilmê distînin.

Li Colemêrgê, ji ber ku hewa gemarî ye nexweşiyên astim, bronşît û pişikê zêde bûne. Bi sedan welatî ji ber van nexweşiyan serî li nexweşxane û navendên tenduristiyê didin. Sedema herî mezin a gemarîbûna hewa li navenda Colemêrgê jî bikaranîna komira bê kalîte ye.

KOMIRA BÊ KALÎTE Û ERZAN

Gaza xwezayî ya ji derveyî welat tê anîn, tevî ku ji Colemêrg û bajarên li derdorê derbas dibe jî li navenda Colemêrgê nayê bikaranîn. Lûleyên gaza xwezayî yên ku gelekî nêzî Colemêrgê ne, li bajarên Tirkiyeyê tên bikaranîn. Ji ber ku welatî ji gaza xwezayî bêpar tên hiştin, şêniyên herêmê ji neçarî komirê dişewitînin. Li navenda bajêr, bi taybetî saziyên dewletê komirê bi kar tînin û ji ber ku fîltre li dûkêşê nayê bicihkirin, dû yekser tevlî hewa bajêr dibe. Saziyên dewletê bi taybetî komira bê kalîte û erzan bi kar tînin. Sedema bingehîn a qirêjiya hewa bajêr jî ev komira erzan û bê kalîte ye.

Tevî ku li bajêr pîşesazî nîne jî, gemara hewayê di rêjeyeke gelekî bilind de ye. Welatî nerazîbûnê nîşanî vê rewşê didin û dibêjin ku ew bi zorê hilmê distînin. Welatiyên Colemêrgê diyar dikin ku dewlet bi tenduristiya wan dilîze û heta roja îro di vî warî de ti tedbîr nehatine girtin. Welatî dibêjin, "Lûleyên gaza xwezayî di ber me re derbas dibin, lê Colemêrgê nikarin sûdê jê bigirin."