Komeleya Meleyan û HDP'ê serdana malbatên girtiyan kirin

Endamên Komeleya Meleyan û Komîsyona Baweriyan a HDP'ê serdana malbatên girtiyan kirin ku di Nobeda Edaletê de ne.

Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediya ye li Baroya Wanê dimeşînin di roja 89'an de ye.

Endamên Komeleya Meleyan û Komîsyona Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbatên di nobedê de ne kirin. Endamê Komîsyona Baweriyan Îbrahîm Sûngûr diyar kir ku wê her tim piştgiriyê bidin malbatên nobedar.

Sûngûr anî ziman ku gelê Kurd gelekî mezlûm e û got, "Li Rojhilata Navîn gelê Kurd gelê herî mezlûm e. Lê niha Rêberê wan tecrîdkirî ye. Li girtîgehan polîtîkaya zilmê heye. Ez bi xwe gelek caran ji ber axaftinên xwe hatim girtin. Lê belê berxwedan û têkoşîn nebe wê polîtîkayên zilmê mîna vîrusê li her derê belav bibe."

Sûngûr diyar kir ku çar aliyên gelê Kurd bi êgir dorpêçkirî ye û got, "Em amade ne erka dikevin ser milê xwe bikin. Em ê her tim bi malbatên xwe re bin."