Komek pêşmergeyên Êzidî beşdarî Heşdî El Şebiyê bûn

Li Şengalê komek pêşmergeyên Êzidî yên PDK’ê beşdarî Heşdî El Şebiyê bûn. Hat ragihandin ku PDK ji wan re gotiye:“Çekê xwe deynin û Kurdistanê terk bikin”. Televîzyona KNN’ê jî diyar ku 500 kes beşdarî Heşdî El Şebiyê bûne.

Hat ragihandin ku li Şengalê komek pêşmergeyên Êzidî ji PDK’ê veqetiyane û beşdarî Heşdî El Şebiyê bûne. Li gorî agahiyan komek pêşmergeyên Êzidî diyar kirine ku PDK ji bo rizgarkirina gundan tiştekî nake û biryar dane ku beşdarî Heşdî El Şebiyê bibin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, PDK bi pêşmergeyên ku xwestine ji PDK’ê veqetin û beşdarî Heşdî El Şebiyê bibin li bajaroka Sinûnê li gundê Şerfedînê civiyaye. Fermandarên PDK’ê bi tundî gotiye: “Kesên wê beşdarî Heşdî El Şebiyê bibin, bila çekên xwe teslîm bikin û mala xwe ji Başûrê Kurdistanê bar bikin.”

Li ser vê yekê pêşmergeyên gundê Koço çekên xwe danîne û beşdarî Heşdî El Şebiyê bûne. Li gorî agahiya ku pêşmergeyekî Êzidî daye ANF’ê jî gelek pêşmergeyan ji gundên cihê çekên xwe danîne û ji bo ku malbatên xwe ji Başûrê Kurdistanê bînin, derketine rê.

Têkildarî hejmara pêşmergeyên ku beşdarî Heşdî El Şebiyê bûne agahiyên rast nehatin bidestxistin. Televîzyona KNN’ê ya Başûrê Kurdistanê jî diyar kir ku hejmara van pêşmergeyan 500 e û ev kom bi ser Alaya 14’emîn e. Fermandarê Alaya 14’emîn Nayîf Qaso got : “PDK ji bo tedbîra dagirkirina DAIŞ’ê tiştek nekir. Ev serê 3 salan e ku em li bendê ne, lê ti plana PDK tuneye ku bajarokên Şengalê rizgar bike.”

Li gorî pergala pêşmergeyan her alayek di navbera 50 û 400 kesî de ye. Lê di yekîneyên Êzidiyan de ev hejmar di navbera 50-150 kesî de ye.