Komalên Ciwan Egîd, Ferqîn û Çîçek bi bîr anî

Komalên Ciwan Rizgar Ferqîn, Qendîl Egîd û Firat Çîçek bi bîr anî û diyar kir ku wê mîrateya wan bi serketinê tacîdar bikin.

Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîsî şehîd Rizgar Ferqîn, Qendîl Egîd û Firat Çîçek bi bîr anî.

'TÊKOŞÎNA ME GIHÎŞTIYE ASTEKE PÊŞENG'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî êrişên qirkerî û dagirkeriyê yên li ser welat û gelê Kurd, tevgera azadiyê û têkoşîna gelê Kurd a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî gerdûnî bûye, ji bo mirovahiyê rê li ber serketinên mezin vekiriye û gihîştiye asta pêşengiyê ku bibe hêviya yekane.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Paradîgmaya Rêberê me ji bo gelên ku li jiyana azad û bi rûmet digerin bûye hêviyeke mezin û weke rêya 3'emîn veguheriye yekane rêya çareseriyê. Lewma em di serdemên dîrokî de ne ku ji bo gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pêşketinên nû diafirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk a dijminê Kurdan, bi pêşengiya Ocalan tevgera azadiyê û gelê Kurd bi rengekî bêeman li ber xwe didin.

'LI QADÊN ŞOREŞÊ GIHÎŞTIN ASTA ŞEHADETÊ'

Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hevrêyên wan Rizgar Ferqîn ê ji Amedê, Qendîl Egîd ê ji Helebçeyê û Firat Çîçek ê ji Rihayê dema dawî li qadên cuda yên şoreşê yên Kurdistanê bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de her sê cangorî bi rêz û minet hatin bîranîn û sersaxî ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re hate xwestin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê hêzên faşîst û dagirker ji Kurdistanê biqewirînin û ala azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin.

'EM Ê MÎRATEYA WAN BI SER BIXÎNIN'

Di daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan de hate gotin, "Her sê hevrêyên me ji bo têkoşîna me bûn felsefeya jiyanê û mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin. Bi navê Komalên Ciwan em radigihînin ku em ê sekna pêşeng û ala azadiyê ya her sê hevrêyên me yên bi lehengî gihîştin asta serketinê teqez bi serketinê tacîdar bikin. Em ê teqez tola wan hilînin."

D dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurdistanê hate kirin ku di asta pêngavî de têkoşînê mezin bikin û tevlî nava refên azadiyê bibin.