Komalên Ciwan: Ciwanên Apoyî giyanê serhildêr ê PKK’ê ye

Komalên Ciwan salvegera damezirîna PKK’ê pîroz kir û got, ‘’ PKK bûye tekane hêvî ji bo hemû mirovahiya ku tê çewisandin, xwîna wan tê mijtin û qirkirin.

Koordînasyona Komalên Ciwan ji ber salvegera damezirîna PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî  pîroz kir û got,’’Em 27’ê Mijdarê roja rizgarî û vejînê ya gelê Kurdistanê, salvegera 39’an a partiya me PKK’ê di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyên me yên şehîdên şoreşê, li hemû ciwanên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û li derveyî welat û li jinên ciwan pîroz dikin.’’

‘TEKANE HÊVIYA GELÊ KU HATIYE MÊTINGERKIRIN’

Komalên Ciwan bi domdarî wiha got: ‘’Tevgera PKK’ê weke Rêber Apo jî diyar kirî ‘dema ku li Kurdistanê pel jî nedilebitîn’ derketiye holê û di şexsê Kurdê mirî de mirovahî şiyar kiriye. PKK ya ku veguherî tevgera hişyarbûn û raperîna mezin hemû ciwanên Kurdistanê hejandiye. Wiha, di serî ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî bûye partiya ciwanên xwendekar ku damarê sereke ya  tevgera PKK’ê ye û her wiha partîya pêşîn û herî mezin ji bo ciwanan. Tevgera PKK’ê bi pêşengiya ciwanên xwendekar û ronak bûye xwedî gewde û bi bawerî, hêvî û azweriya geş a ciwanan bûye civakî. Gelê Kurdistanê û Tİrkiyê bi gotina ‘telebe’ û carinan jî ‘zarokên me’ Apoyî ji xwe re pêşeng dîtine û kirine ku Partiya me PKK mezin bibe û xwe bigihîne gelan. PKK ya ku hê jî ciwan e û bi qasî serê derziyê jî ji karekterê xwe yê ciwan dûr neketiye bûye tekane hêvî ji bo hemû mirovahiya ku tê çewisandin, xwîna wê tê mijtin û qirkirin.

 ‘BI CIWANAN DE NASNAME AVA KIR’

Rêveçûna di rêya heqîqetê ya bi dirûşma Rêber Apo, ‘’me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ tam jî bi vê sedemê bûye. Ciwantî, ciwanbûn, zindîbûn, nûjenbûn, muxalîfbûn, nepejirandina pergala zilam-serwer a berdest bi vê maneyê hema hema hemû taybetmendiyên sereke yên PKK’ê vegotiye. Rêber Apo xisletê xwe di PKK’ê gerandiye.  Ji bo vê jî Rêbertiya me ya rêber, pêşeng, ciwan û lîder e, kiriye ku tevgera me ya azadiyê PKK veguhere ser tevgereke Rêbertiyê. Piştî ku tevgera PKK’ê xwe gihande girseyîbûna mezin û rastiya gel a bi milyonan di nav tegera ciwanan de nasnameyek derketiye holê.

 ‘PÊNGAVA ME WÊ RÊBER APO AZAD BIBE’

Weke ku tê zanîn, di salvgera 40’i ya PKK’ê de, me tevgera ciwanan pêngava Serî Hilde daye destpêkirin, ev bersiva ciwanan a bi rengê çalakiyê û rêxistinî ye. Pêngava Serî Hilde ku tevgera me ya ciwan û tevgera jinên ciwan dayî destpêkirin wê bibe çespandina ku di vê pêvajoya dîrokî de bi rista xwe rabe. Ji Necmî Oner ta bi Alî Çîçek, Huseyîn Çelebî, Baz Mordem, Leyla Şaylamez, Çiyager, Axîn û Andokan û şehîdên me yên dawîn ên ciwan Argeş Botan û Mawa Toriyan Tevgera Ciwanên Apoyî bi hêza pêvajoya têkoşîna bêhempa û mîrateya mezin teqez e ku wê bi pêngava Serî Hilde azadiya Rêber Apo pêk bîne.

Her wiha, hevrê Delal Amed û Azê Malazgirt ku fermandarê bi hezaran gerîla ne û tevlî nav karwanê şehîdan bûne wê bibe giyanê tolhildêr ên pêngava me ya Serî Hilde. Bi serketinê encambûna vê pêngavê û gihaştine serfiraziya teqez a vê pêngavê, wê bi wê be ku ciwan xwe bispêrin mîrateya PKK’ê û tecrûbeya wê. Bi vê çarçoweyê em diyar dikin  ku sala 40’î ya PKK’ê bi pêşengiya pêngava Serî Hilde wê bibe sala serfiraziyê û em dibêjin bijî Partiya Karkerên Kurdistanê.’’