Komalên Ciwan: Ciwan dikarin dîwarên Îmraliyê hilweşînin!

Komalên Ciwan têkilî Komploya 9'ê Cotmehê di daxuyaniyê de got, ''Derfetên ku destkeftiyên mezin bi dest ve werin  anîn û faşîzm were têkbirin ji her demê zêdetir e'' û li dijî komplogeran bang kir ku her kes li dor Ocalan bicive.

Komalên Ciwan têkilî Komploya 9'ê Cotmehê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd tê kirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em hemû hêzên emperyal û kapîtal ku bi êrîşên qirêjî û hovane de ya li ser gelê me, ciwanan û hemû mirovahiyê de pêş dixin, bi hemû hêrsa xwe ya şoreşger naletê li wan dibarînin û diyar dikin, bi geşkirina têkoşînê hesab bi teqezî, wê  jê gelektir were pirsîn. Em hemû kesên ku li dor Rêber Apo dicivin û têkoşîna azadiyê didin û li ber xwe didin slav dikin.''

'DIVÊ EM PARADÎGMAYA APOYÎ BERBELAV BIKIN'

Di daxuyaniyê de ku hate gotin, ''ciwanên ku bi dirûşma  Rêber Apo ya 'Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin' rêxistiniya xwe dikin, divê komployê ji her hêlê ve binirxînin û paradîgmaya Apoyî ya ku komplo pûç kir, divê kuçe bi kuçe, tax bi tax li hemû cîhanê were berbelavkirin'' û bi domdarî wiha hate gotin:

''Hemû ciwanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li dijî hêzên kapîtalîst ên ku komplo gerandin, ji bo ku bibin xwedî meşa têkoşîneke bêhempa divê zêdetir rêxistiniya xwe bikin, xwe zêdetir perwerde bikin û zêdetir çalakger bin. Giyanê fedayî yê ciwantiyê li hemû qadan divê mîna çemekî şid biherike. Çawa ku di pêvajoya raperîna Kobanê ya 6-7-8'ê Cotmehê de û di berxwedana bajaran de ciwanan têkoşîna Apoyî li hemû cîhanê belav kirin û bû tirsa faşîzmê, di sala 20'an a komployê de jî divê bi heman giyanî û berxwedanê faşîsmê li bin guhê erdê bixin.

'DIVÊ EM PÊŞENGIYÊ JI ŞOREŞÊ RE BIKIN'

Divê em ciwanên niştimanperwer û şoreşger baş bi vêya bizanibin, heke em derfet û delîveyê bi dest wan ve berdin, hêzên komloger bi komployên nû wê bixwazin têkoşîna azdiyê tasfiye bikin. Talokeyeke wiha bi hemû hovîtiya xwe her roj xwe diyar dike. Li gel vê jî, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ji bo ku hemû destkeftî bi dest ve werin anîn û derfet û delîveyên hilweşandina faşîzmê ji her demê bêhtir in. Heke li ser xeta Apoyî em rêxistiniyê û çalakgeriya xwe geş bikin, em dikarin pêşî li komplogerên nû bigirin û hem jî bi bi rengê hêza dinamîk a şoreşê em dikarin pêşengiyê li şoreşê bikin. Dilsoziya bi Rêber Apo re, bi şehîdên şoreşê re û bi gel re, vê berpirsyariyê li ser milê me dike.''

ŞEHÎDÊN 'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN' HATIN BIBÎRANÎN

Komalên Ciwan li dawiya daxuyaniya xwe, şehîdên 'Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin' Ebû Muslim Dogan, Nazelîn Korkut û Umît Acar bi bîr anîn, got, ''Em soz didin ku têkoîna pûçkirina komploya navdewletî heta azadiya fizîkî ya Rêber Spo were pêkanîn bidomînin û bi biryardariya serfiraziyê em ê dîwarên Imraliyê hilweşînin.''