Komalên Ciwan banga 'tolhildanê' li ciwanan kir

Koordînasyona Komalên Ciwan bang li ciwanan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê "tolê" ji hikumeta AKP'ê û dewleta Tirk hilînin.

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bang li ciwanan kir ku çalakiyan li dar bixin.

Di daxuyaniyê de bi wesîleya salvegera berxwedana xwerêveberiyê bal kişand ser serhildana li Kobanê, Şengal, Cizîr, Sûr û Nisêbînê û hate destnîşankirin ku niha jî gelê Kurd bi heman rengî li Efrînê li dijî dewleta çete li ber xwe dide.

Koordînasyonê diyar kir, dewleta çete ya ku têk çûye bi hemû rê û rêbazên qirêj û bê exlaq êrîşî sivîlan dike, komkujiyan dike û hate gotin, "Ciwanên Kurdistanê, divê bi berpirsyariya welat û netweyî xwedî li têkoşîna bi rûmet a li Efrînê derkevin û tavilê dest bi çalakiyan bikin. Pêwîste her kolanê veguherînin qada çalakiyan."

Komalên Ciwan got, "Roj roja mezinkirina vê xwedîderketinê ye, li dijî sîstema faşîst, qirker û komkujer roja afirandina yekîtiyê ye, roja qedandina faşîzmê ye!"

Di daxuyaniyê de ev bang li ciwanan hate kirin: "Li ser vê bingehê, ji bo şikandina vê qirkirinê; em bang li jin û mêrên ciwan ên leheng ên Kurdistanê dikin, ji 7 heta 70 salî bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi ruhê 'serî hilde' berxwedanê geş bikin, bi gotina 'Her der Efrîn e, her der berxwedan e' tolê hilînin, di serî de li Bakurê Kurdistanê li her devera cîhanê ciwanên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a faşîst, çeteyên wê, hikumeta AKP'ê, hemû cihên wan û hevkarên wan sînoran nas nekin, bi rêbazên afirîner û encamgir tola her dilopa xwîna li Efrînê tê rijandin hilînin. Û li ser vê bingehê tevlî refên azadiyê bibin."