Kolberekî din ê Kurd bi destê pasdarên Îranê hate kuştin

Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê, kolberekî din ê Kurd li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê kuştin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, li ser sînorê li navçeya Şîno ya parêzgeha Ûrmiyeyê, kolberê Kurd Êzedîn Xalidî Karaw duh êvarê ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hate kuştin.

Tê gotin, pasdarên Îranê bêyî ku hişyariyê bidin kolberê Kurd yekser gule lê reşandine û ew kuştine.

Wekî din, li ser sînorê Îran û Iraqê mayinek bi kolberê bi navê Luqman Hekîmî ve teqiya û Hekîmî bi giranî birîndar bû.