KODAR: Tiştekî ku jin winda bike nîne, tiştên qezenç bike hene

KODAR'ê bal kişand ser kiryarên rejîma Îranê yên li dijî jinê û diyar kir, rejîm ji pêşengiya jinan ditirse, lewma bi taybetî êrîşî jinan dike. KODAR'ê pêşengiya jinên Kurd a di têkoşîna azadiyan jinan de ya li Rojhilata Navîn silav kir.

Hevserokatiya Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de, di şexsê her sê xwişkên Mîrabel de hemû jinên di têkoşîna dijî zilm û zordariya hişmendiya mêr de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî hatin bîranîn.

KODAR'ê diyar kir, têkoşîna jinan bi pêşengiya jinên Kurd gihîştiye asta herî bilind û wiha dewam kir: "Ji aliyê zanistî ve Rêber Apo jineolojî diyarî hemû jinên cîhanê kir. Bi xebat û israra Rêber Apo jinên Kurd îro bûne xwedî îdeolojî, rêxistin û pergala xwe ya parastinê. Bi hezaran sembol û qehremanên jinên Kurd ên fedayî; Zîlan, Bêrîtan, Viyan, Şîrîn Elemholî, Arîn Mîrkan û Zîlan Serdeşt li dijî zilm, zor, neheqî û koletiya li jinê hatiye ferz kirin xwe kirin agir, bombe û rê li pêşiya jiyanek azad vekirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, asta têkoşîna jinan çiqasî bilind dibe, plan û êrîşên cinsiyetparêz ên li dijî jinan jî ewqasî dijwar û bê sînor dibin.

KIRYARÊN TUND ÊN REJÎMA ÎRANÊ LI DIJÎ JINAN

KODAR'ê da xuyakirin ku bi taybetî dewleta faşîst a Îranê ev kiryarên xwe gihandiye asta herî dijwar û wiha dewam kir: "Li welatê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê roj nîne ku jin xwe nayên kuştin. Ji bo jin li beramberî jiyanê û paşerojê bê hêvî bike, zewaca di temenê biçûk de kiriye qanûn. Wekî din, dema ku jin li dijî destavêtin û destdirêjî xwe diparêzin, sûcdar tên dîtin û tên darvekirin. Herî dawî, çend roj beriya 25'ê Mijdarê dewleta Îranê qanûnek derxist û ragihand ku jin bêyî hevser, bav û birayê xwe nikare derkevin derve. Dewleta Îranê dixwaze jinê bi temamî li malê bike kole û bixe zindanê."

PÊŞENGIYA JINÊ REJÎM TIRSAND

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi serhildan û xwepêşandanên dawiya sala 2017'an ên li dijî rejîma faşîst û zayendîperest hatin kirin û hate bibîrxistin ku di vê serhildanê de ya herî balkêş pêşengî û wêrekiya jinan bûn.

KODAR'ê diyar kir, vê têkoşîna azadiyê ya jinan, dewlet tirsand û ragihand, dewleta Îranê ji bo pêşî li tevger û xwepêşandanên jinan bigire, bi dehan jin girt, her wiha bi senaryoyên bê bingeh darve kir û bi her cûre êrîşan jin kir hedefa xwe.

TIŞTÊN KU JIN WINDA BIKIN NÎNE, TIŞTÊN KU JIN QEZENÇ BIKIN HENE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li pêşiya ruh û îradeya azadbûyî tiştek nikare bibe asteng û hate gotin, "Di têkoşîna jinê de tişta ku jin winda bike nîne. Berevajî; tişta ku qezenç bike, bi dest bixe heye. Bêparmayina ji têkoşînê ji bo jinan tê wateya koletî û tinebûnê."

Di dawiya daxuyaniyê de bi navê KODAR'ê, pêşengtiya jinên Kurd a di têkoşîna azadiya jinan a li Îranê û Rojhilata Navîn hate silavkirin û hate gotin, "Em di wê baweriyê de ne ku heta jin azad nebe, civak azad û demokratîk nabe. Em piştgiriyê didin hemû tevgerên jinan ên ji bo azadiyê têdikoşin. Di heman demê de soza bilindkirin û serxistina têkoşîna azadiya jinê didin."