KODAR'ê li ser şewata daristanan dengê xwe li Îranê kir

KODAR'ê li ser şewata daristanên Rojhilat daxuyanî da û diyar kir çêkirina qereqolan û şewata daristanan paralelî hev in.

Komîteya Ekolojiyê ya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) derbarê êrîşên dewleta Îranê yên van demên dawî bi ser daristanên Rojhilatê Kurdistanê ve daxuyaniyeke nivîskî da. KODAR’ê Îran şermezar kir ji ber ku daristanan dişewitîne û banga çalakiyê kir. Her wiha bal kişande ser wê ku çêkirina qere    qolan û şewitandina daristanan hevlayenî hev rûdidin.

KODAR’ê li ser malpera xwe wiha got: 

"Tê zanîn ku sirûşt û cografya ya ku mirov li ser wê dijîn li ser giyan û bedena mirov xwedî karîgeriyekê ne. Ango sirûşta niştimanekî çi qasî were parastin û paqij were girtin ev nîşana wê ye ku ew niştiman tê parastin û nirx pê tê dayin. Kurdistan ku li naverasta Rojhilata Navîn e û bi xweşikiyên sirûştî ye hedefa êrîşan a gelek hêzan e.

QADÊN JIYANÊ YÊN GELÊ ME DIKINE ARMANC

Ev cografya ku ji hêla kanên xwe yên binerd û sererd têra xwe dewlemend e û diviya mirovên ku li ser dijîn aram bin û halxweş bin, sed mixabinî ku hiqûqa mêtingeriyê li ser zal e. Mêtinger û dagirkerên Kurdistanê ji mêj ve ye ku çav berdana av, petrol û kanên sirûştî yên Kurdistanê. Hêzên hegemonîk bi van êrîşên xwe qada jiyanê li gelê me teng dikin, her roj êrîşên bi ser de zêdetir dikin. Ji bo daxwazên xwe yên ne rewa niştimanê me ji xwe re kirin armanc û çavê wan li ti zindiyê li ser cografya me bar nabe.

Serweriya Îranê van salên dawî bi çêkirina bendav û qereqolan li dijî gelê me polîtîkayeke nû daye destpêkirin. Van demên dawî bi şewitandina daristanên Rojhilat li ser gelê me polîtîkayeke din a qirêjî sazkar kirine. Yek ji armanca mezintirîn a vê polîtîkaya gemarî qirkirina çandî, qeloçekirina sirûştê û bê cih û warkirina gelê me ye.

TIRKIYE JÎ WEKE ÎRANÊ POLÎTÎKAYÊN QIRKER SAZKAR DIKE

Ne ku tenê dewleta Îranê van polîtîkayên qirker dike. Dewleta Tirk jî bi avakirina bendavan a li Bakurê Kurdistanê û li ser xeta sînor, di vê polîtîkaya gemarî de bi dewleta Îranê re bi rengekî bi koordîne tevdigerin. Ev du dewlet heman demê armanc dikin ku ziyanê bidin sirûşta Kurdistanê û bi demografiya wê bilîzin.
Şewata daristanan a ku van demên dawî li Kurdistanê zêde bûye encama polîtîkaya wan dewletan e ku dixwazin ekosîstema niştimanê me tine bikin. Li wî niştimanî ku xweşikiyên wê yên sirûştî hatine tinekirin tê xwestin ku gel jî ji sincê bê par bihêlin. Rejîma Îranê jî bi şewata ku li Hewreman, Merîwan, Banê, Serdeşt, Kamyaran, Avdanan û li herêmên dî derdixîne armanc dike ku sirûşt û xwerista Kurdistanê tine bike. Ji hêlekê ve avakirina qereqolan û ji hêla dî ve jî şewitandina daristanan hevlayenî hev pêk tên.

Em KODAR van polîtîkayên talanê û tinekirinê yên dewleta Îranê yên li ser sirûşta Kurdistanê şermezar dikin, em bawer dikin ku gelê me bi çalakiyên geş wê li sirûşta xwe xwedî derbikeve. Em bawer dikin ku ji bo parastina sirûşta xwe wê li ser daxwazên meşrû û biheq rawestin. Dewleta Îranê jî divê bizanibe ku li bara tinekirina sirûşta Kurdistanê wê bêdeng nemînin."