KODAR'ê hilbijartinên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pîroz kir

KODAR'ê hilbijartinên komunan ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pîroz kir.

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) daxuyaniyeke nivîskî weşand û pêkhatina hilbijartinên komunan ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi rengekî serketî, pîroz kir.

Di daxuyaniya KODAR'ê d hat ragihandin, bûyerên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê diqewimin, ji bo tevahiya herêmê bûye ronahiya hêviyê û hat gotin, "Şerê 6 salan ku li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê rê li ber hilweşandin û zerareke mezin vekir, wê bi azadiya Kurdan biqede. Bêguman yên ku vê dikin, bi hezaran şervanên azadiyê ne ku di ber gelên Rojava û Bakurê Kurdistanê re xwîna xwe ya paqij û canê xwe feda dikin. Destketiyên hatine afirandin, encama berxwedana Girê Spî, Efrîn, Dirbêsiyê, Cizîr û Kobanê ye."

KODAR'ê diyar kir, ku hilbijartinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê weke berhemek berxwedana lehengî keç û xortan e, pêk hat.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Eger rêbertiya fikir û pêşengiya hizrê Ocalan nebûya, niha gola xwînê  gihiştîbû hemû çemê Dîcle û Firatê. Em wek KODAR'ê ku çavkaniya fikrê xwe ji hizrê  Rêber Ocalan werdigirn, ji bo azadiya Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê têdikoşin,  destketiyên dîrokî yên gelê  Kurdistanê yên li Sûriyê pîroz dikin."
 
KODAR'ê di dawiya daxuyaniya xwe de, ji ber serketina yekemîn ezmûna konfederalîzma demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê,  ku bûye sembola yekem hilbijartina demokratîk li Rojhilata Navîn,  ji hemû gelên Kurdistanê û dostên wan yên li her cihekê, bi taybet li Îranê xwest ku kolan, gund û bajarên xwe bikin qada xweşî, şadî û pîrozbahiyan.