Koçyîgît: AKP'ê gefê li Desteya Hilbijartinê ya Mûşê dixwe

Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku li Mûşê hate hilbijartin diyar kir ku gef li serokê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr tê xwarin û AKP hewl dide dest deyne ser wekîlên HDP'ê bi dest xistiye.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP (HDP) di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de 3 ji 4 wekîlên li Mûşê bi dest xist, lê belê AKP'ê îtiraz kir. Îtiraza AKP'yiyan ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve hate qebûlkirin. Desteya Hilbijartinê ya Bajêr piştî ku îtiraza AKP'yiyan nirxand, biryar da ku dengên li hemû navçeyan ji nû ve bên jimartin. Çend roj berê tenê dengên nederbasdar hatibûn jimartin, lê bi îtiraza dawî ya AKP'ê re wê hemû dengên li navçeyan hatine dayin bên jimartin. Li gorî biryarê, dengên li navçeyên Kop û Malazgîrtê wê îro, yên li Gimgim û Haskoyê wê sibe, dengên li navçeya Korkûtê jî wê roja Yekşemê bên jimartin.

WÊ ÎRO DAXUYANÎ BÊ DAYIN

Gulîstan Kiliç Koçyîgît a li Mûşê ji nava HDP'ê hate hilbijartin, diyar kir ku ew vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Koçyîgît da xuyakirin ku Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Selçûk Mizrakli, Meral Daniş Beştaş û Ayşe Acar Başaran ên ji HDP'ê hatine hilbijartin wê bên bajêr û îro li ser mijarê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Koçyîgît destnîşan kir ku biryara Desteya Hilbijartinê ya Bajêr nehiqûqî ye û got, "Em ê jî îtiraza xwe bikin. Eger neyê qebûlkirin em ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bidin. Li hemû navçeyan jimartinê dest pê kir. Li hin navçeyan navber hate dayin, lê belê wê danê êvarê ji nû ve dest pê bike. Jimartin wê heta roja Yekşemê saet 17'an bidome."

Koçyîgît diyar kir, tevî ku ti hinceteke hiqûqî nîne jî Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtiraza AKP'ê qebûl kiriye, lê belê li gel delîlên wan ên şênber jî daxwaza wan qebûl nekiriye.

'GEFÊ DIXWIN'

Koçyîgît anî ziman, zexteke siyasî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr tê kirin û got, "Ev zelal e û li pêş çavan e. Li cem me timî gefê li Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr dixwin. Ji Enqereyê timî telefonî serokê desteya hilbijartinê ya bajêr dikin. Yanî ji gelek aliyan ve zexta siyasî li desteya hilbijartinê ya bajêr tê kirin. AKP hewl dide bi zorê wekîlekî me ji me bigire." Koçyîgît ragihand, ew ê vê rewşê bişopînin û ji bo pêşî li bêhiqûqiyê bigirin wê li ber edliyeyê nobedê bigirin û îtirazê bikin.