Kobaniyan çar şervanên xwe spartin axê
Kobaniyan çar şervanên ku di Hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe dest dabûn spartin axê.
Kobaniyan çar şervanên ku di Hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe dest dabûn spartin axê.
Gelê Kantona Kobanê cenazeyên 4 şervanên di Hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan li goristana şehîd Dicle spartin axê.
Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Amed Cûdî (Osman Daban), şervanên YPG′ê Dijwar Colemêrg (Ebdulmutalîb Domerk), Harûn Bagok (Harûn Sûngûr) û Welat Qers (Vedat Yûsif) ku di pêvajoya duyemîn a Hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dîcleyê spartin axê.
‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA WAN DERKEVIN’
Piştî merasîma leşkerî ya şervanên YPG/YPJ′ê, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Izet Hemo axivî û got; “Em ê xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derkevin.”
Cîgirê Serokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Kobanê Şervan Muslim jî axivî û destnîşan kir ku cangoriyan êrîş û zêdegaviyên li ser axa xwe qebûl nekirin, ji ber vê yekê wan xwîna xwe di oxira parastina axa xwe de dan.
Cenazeyên şervanan bi dirûşmeyên ″Şehîd Namirin″ û tilîliyên dayikan hatin veşartin.