'Kobanê keleha berxwedan û têkoşîna gerdûnî ye'
Yek ji şervanên ku di nava berxwedan û serketina Kobanê de cih girt, şervanê MLKP'ê Cûdî Firat ye. Cûdî Firat got, serketina Kobanê bû destpêka qelihandina çeteyên DAIŞ'ê.
Yek ji şervanên ku di nava berxwedan û serketina Kobanê de cih girt, şervanê MLKP'ê Cûdî Firat ye. Cûdî Firat got, serketina Kobanê bû destpêka qelihandina çeteyên DAIŞ'ê.
Şervanê MLKP'ê Cûdî Firat da xuyakirin, ku wî li Şengal, Kobanê û gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê di nava erka parastina şoreşê de cih girtiye û salvegera duyemîn a serketina Kobanê nirxand.
Firat diyar kir, ew li rojava Girê Miştenûrê, li xeta başûr a Kobanê di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de bû û qala wan rojên berxwedanê kir: "Li biniya girê Miştenûrê em li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşiyan. Navê eniya em lê bûn, eniya Amargî bû. Qadeke berfireh bû û me tenê 6 kesan ew de diparast. Di ser vê xetê re êrîşên gelekî giran dihatin kirin. Dijmin giranî dida ser girê Miştenûrê û dixwest vê derê bi dest bixe. Dema êrîş giran bûn û dijmin bi pêş ve çû, weke taktîkekê em neçar man xwe vekişînin."
'XWESTIN ŞOREŞA ROJAVA TINE BIKIN'
Şervanê MLKP'ê Cûdî Firat da zanîn, hêzên herêmî û navneteweyî yên ji pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurd û Şoreşa Rojava aciz bûn, tevî hevkarên xwe yên herêmî, ji bo têkbirina şoreşa bindestan çi ji destê wan hat kirin û destnîşan kir, yê herî zê de hewl da Şoreşa Rojava bifetisîne, dewleta Tirk e.
Firat diyar kir, dewleta Tirk a ku ditirse sîstema kantonan a li Rojava bibe alternatîfek ji bo gelan, li dijî Şoreşa Rojava destek da çeteyên DAIŞ'ê, El Nûsra, Tûgaya Sûltan Mûrad û çeteyên mîna wan. Firat destnîşan kir, ku dewleta Tirk bi vî rengî xwest Şoreşa Rojava tine bike.
'KOBANÊ KELEHA TÊKOŞÎNA GERDÛNÎ YE'
Cûdî Firat anî ziman, dewleta Tirk a mêtînger û dagirker, tevî çeteyên DAIŞ'ê hewl da Kobanê teslîm bigire û diyar kir, bersiva herî xweş a ji dewlet Tirk re hat dayîn, berxwedana bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ'ê bû.
Şervanê MLKP'ê Firat got, "Li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên di 15'ê Îlonê de dest pê kirin, bi pêşengiya YPG/YPJ'ê berxwedaneke efsanewî hat kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên di 15'ê Îlona 2014'an de dest pê kirin, têkoşîna rûmetê meşandin û vê yekê li tevahiya cîhanê deng veda. Bi vî rengî destana berxwedanê ya dîrokî hat nivîsandin. Vê berxwedana dîrokî Kobanê veguherand keleha têkoşîn û berxwedana gerdûnî, ku rûmet û nirxên mirovahiyê lê tên parastin."
Firat da zanîn, di wan rojan de, ku hê ne diyar bû bê berxwedana Kobanê bi ser bikeve yan na, Arîn Mîrkan, Paramaz Kizilbaş, Gelhat Gever, Hebûn Dêrik, Viyan Peyman û gelek şoreşgerên mîna wan li nava kolanên Kobanê bi ser mirinê ve meşiyan û cîhan tev li dora Kobanê civandin.
Firat destnîşan kir, berxwedana bêhempa ya li Şengal û Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hat kirin, ji Afganîstanê heta Afrîkayê, ji Ewropayê heta Awûstralya û Latîn Amerîkayê li pênc parzemînan wijdanê mirovahiyê rakiriye ser milan.
'SERKETINA KOBANÊ BÛ DESTPÊKA QELIHANDINA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê
Cûdî Firat anî ziman, serketina Kobanê bû bersiva herî watedar li dîktatorên paşverû yên herêmê, ku bi sedan salan Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Firat destnîşan kir, bi nirxên li Kobanê afirîn re, hemû gel, bindest, jin û ciwan, her kesên ji her ol, bawerî û emrî, mirov gihandine hev.
Firat Cûdî da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê ne tenê li Kobanê têk çûn, di heman demê de Kobanê bû destpêka qelihandina çeteyên DAIŞ'ê.
Şervanê MLKP'ê Firat Cûdî diyar kir, tevî ku du sal di ser re derbas bûne jî ew rojên bi êş û berxwedanê, hê di hiş û mejiyê wî de teze ne.
Firat anî ziman, ji bo ruhê fedayî yê li Kobanê derket holê bandor li têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê bike, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Firat di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina şoreşê kir.