KNK wê 'Şêwra Pêkanîna Diyaloga Neteweyî' pêk bîne

KNK'ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) biryar dan ku ji bo pêkanîna diyalog û aştiyê bi hev re bixebitin. Hate ragihandin ku KNK wê bi vê armancê 'Şêwra Pêkanîna Diyaloga Neteweyî' li dar bixe.

Kongreya Neteweyê ya Kurdistanê (KNK) li dijî şerekî gengaz ê navxweyî yê ji ber provokasyonên PDK'ê, ev demeke di nava hewldanan de ye.

KNK'ê diyar kir ku ji bo aloziya navbera hêzên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê bi dawî bibe û diyalog û aştî pêk were ew li gel nûnerên yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) re rûniştine û biryar dane ku di vî warî de bi hev re bixebitin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji bo helwesta diyalog û aştiyê bê pêşxistin û raya giştî ya Kurdistanê baştir bê hişyarkirin, biryar hate dayîn ku bi navê 'Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî' komcivînek mezin bê çêkirin.

Wê hemû partî û rêxistinên Kurdistanî û gelek ronakbîr, siyasetmedar, hunermend, medyakar û kesayetên serbixwe bêne dawetkirin. Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî, wê di roja 21.11.2020'an de li ser tora Zoom ê, bi rê ve biçe. Derbarê şêwirê de wê karname û agahdarîyên berfireh di dawetnameyê de ji beşdaran re bên rêkirin.

Em hêvî û bawer dikin ku ev şêwir xizmetê ji aştî û diyaloga navxweyî re bike."