KNK: Ronahiya Kurdistanê tarîtiya DAÎŞ'ê pûç kir

"Di şerê dijê DAÎŞ û hevkarên wê de, me bedelên mezin dan û em bi serketin. Ev serketineke gelek mezine. Bi vê munasebetê em bang li gelên Kurdistanê û hemî dostan dikin ku vê serketinê, bi dilekî germ û bi coş pîroz bikin."

Konseya Rêveber a KNK'ê li ser serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî DAÎŞ'ê daxuayniyeke nivîskî weşand û pîrozbahî li hêzên QSD'ê kir.

'DAÎŞ'Ê GELÊ KURD JI BO XWE TEHLÎKEYA HERÎ MEZIN DÎT Û KIR HEDEFA XWE YA SEREKE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "DAÎŞ'ê, wekî hêzeke reş û tarî ji Iraqê heta başûrê Kurdistanê, ji wê derê heta navenda Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê, di navçeyeke fireh da teroreke bê tixûb da dest pê kirin. Di navçeyên Erebnişîn da, Ji Enbara Iraqê heta Reqqaya Sûriyeyê, sîstemekî hind zalim û qatilane ava kir ku Cihan ti caran kiryarên wan ji bîr nake. DAÎŞ'ê bi navê Dewleta Islamê, sîstema xwe ya terora reş, zalim û faşîst ava kir. Ji gelek aliyan ve esasê hebûna wan zêdetir li ser birandina Kurdan bû. Wan Kurd ji bo xwe tehlîkeya herî mezin qebûl kirin û Kurd kirine nîveka hedefa xwe.

Ev pratîka wan di êrîşa wan a 2014'ê ya li ser Mûsil, Şingal, Mexmûr û Kobanî de bi vekirî hate dîtin. Herwisa li navçeyên Dêrezor-Reqqayê heta Minbiçê jî, sîstema xwe ya xwûnavî bi cih kirin û jiyan li xelkê vê navçeya fireh heram kirin."

KNK'ê diyar kir, di rewşeke wiha de Kurdan û tifaqdarên wan ên ji xelkê xwecih, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Ereb û yên din, pêkve organîze bûn û beramberî DAÎŞ'ê berxwedaneke xurt nîşandan. Herweha koalisyoneke navneteweyî jî, di vê prosesê da xwe organîze kir û bi xebateke paralel û hevrayî ya digel hêza Kurdan, êrişên DAÎŞ'ê hatin bilav kirin.

JI BAŞÛR HETA ROJAVA TIFAQA NETEWEYÎ

Konseya Rêveber a KNK'ê ragihand, "Li dijî vê hovîtiya DAÎŞ'ê ji başûrê Kurdistanê heta rojavayê Kurdistanê tifaqeke neteweyî û niştimanî jî pêk hat. Li seranserê Kurdistanê û meydana dîasporaya Kurdî jî, pêla piştevaniyê bilind bû. Ji hêzên gerîlla heta pêşmergeyan, di xeta parastina Kurdistanê de eniyeke berxwedanê pêk hat. Bi taybetî di parastina Şingal, Mexmûr, Kerkuk û Kobaniyê da, hêzên Kurdistanê mil bi milê hev têkoşîneke hevrayî nîşandan.

KOBANÎ BÛ SEMBOLA ŞERÊ PARASTINA KURDISTANÊ

Kobanî, ji xwe bû sembola şerê parastina Kurdistanê dijî DAÎŞ'ê. Dinyayê jî di vî warî de piştevaniyeke mezin da berxwedana Kobaniyê û hemû Kurdistanê.

Dewleta Tirk, bi awayeke sîstematîk DAÎŞ û hêzên din yên tarî destek kirin û berdan pêsîra Kurdan. Dema ku ew hêz têk çûn, bi xwe raste rast kete êrşê û gelek deverên Rojava dagir kir. Niha jî êrîş û gefên xwe yên li Rojava di domîne.

Ji serê 2015'an, bi rizkarkirina Kobaniyê pê ve pişta DAÎŞ'ê hate şkênandin. Bi serketina Kobaniyê ve, hemû hêzên dijî DAÎŞ'ê, di serî da YPG-YPJ, HPG û Pêşmerge, her weha desteka aktîv ya koalisyona navneteweyî, pêkve serkevtina mezin dane dest pê kirin. Cihê şanaziyêye ku ji seranserê Cihanê gelek kesên azadîxwaz û demokrat, di vîşerî de weke şervanên enternasyonal chê xwe girtin û hinek ji wan jî şehîd ketin.

Bi rizgarkirina Şingal, Minbîç, Mûsil û paşê jî bi standina Reqqayê (paytexta xîlfetê) dawiya DAÎŞ'ê hate anîn. 

BAHOZA QSD'Ê DOZ JI DAÎŞ'Ê RAKIR

Lê belê, nuqteya dawiyê di van rojan da bi hemleya Hêzên Sûriyeya Demokratîk- QSD li Baxoza Dêrezorê hate danîn. Bi vê operasyona nû ve, ku navê Hemleya Bahoza Cizîrê lê hate kirin, DAÎŞ bi pêşengiya YPG-YPJ û berxwedana hemû Hêzên Sûriyeya Demokratîk û her wisa piştevaniya koalisyona navneteweyî, bi temamî ji nav Sûriyeyê hate ramalîn û derêxistin. Anku bahoza Hêzên Sûriyeya Demokratîk toz ji DAÎŞ'ê rakir û Baxoza di destê wan da jî, ji destê wan hate rizgar kirin û dawî li vê efsaneya qelp ya DAÎŞ'ê hate anîn. Niha DAÎŞ, weke hêzeke leşekerî şkestiye û çi dever dibin destê wan de nemane.

Di vî şerî de weke gel, me gelek bedelên mezin dan. Ji seranserê Kurdistanê, ji pêkhateyên Rojava û bakurê Suriyê, piranî ciwan hezaran kesên me jiyana xwe ji dest dan û şehîd ketin. Ev serketin bi ked û fedakariya wan şehîdan pêk hatiye. Bi vê munasebetê di şexsiyeta van şehîdan de, em hemî şehîdên azadiyê, bi rêz û hûrmet bîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Serketina Kurdan û hevpeymanan ya beramberî DAÎŞ'ê, di dîroka têkoşîna dijî terorê û nijadperestiyê de bûyereke mezin û dîrokî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "KNK di serî de xelkê Kurd û pêkve Kurdistaniyan ku fedakariya herî mezin nîşandan, hemû hêzên parastinê, YPG, YPJ, HPG, YBŞ, Pêşmerge û hêza leşkerî ya koalisyona navneteweyî pîroz dike, ku navçe û Dinya qet nebe di şertên îro de ji vê belaya reş ya DAÎŞ'ê xilas kirin.

KNK bi munasebeta têkbirina DAÎŞ'ê û vê serketina mezin û giring, dixwaze bala pêkve eniya dijî DAÎŞ'ê bikşîne ku di prosesa nû ya piştî şkênandina DAÎŞ'ê de, baldariya xwe sist nekin û di navçeyê de dijî hemû hewildanên ku careke din rê li ber van tehlîkeyan xweş bike, bi hevrayî rawestin û firsetê nedin van aliyên reş û tarî û destekdarên wan. 

Di şerê dijê DAÎŞ û hevkarên wê de, me bedelên mezin dan û em bi serketin. Ev serketineke gelek mezine. Bi vê munasebetê em bang li gelên Kurdistanê û hemî dostan dikin ku vê serketinê, bi dilekî germ û bi coş pîroz bikin."