KNK: Pêwîste hemû Kurdistanî rabin ser piyan û li ber xwe bidin!

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî, erîşên dewlta Tirk ên li ser Şengalê û Rojava şermezar kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurd (KNK), di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi vê erîşê ve rûyê xwe yên reş yê li dijî mirovahiyê eşkere kiriye.
Kongreya Netewî ya Kurd KNK’ê daxuyaniya xwe de wiha got:

“Vê sibhê zû, hêzên ezmanî yên dewleta Tirk, bi rengekî hovane êrîşê Şingal û Rojava kirin. Di encama bomberdumanê da şehîd û birîndar hene û zîyaneke mezin jî gihiştiye herêmê. Dewleta Tirk, bi vê êrîşa xwe ya dijê mirovatîyê careke din rûyê xwe yê reş eşkerekir. 

Bi vê êrîşê carek din derket holê:

Dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan û hemû desketîyên gelê Kurdistanê ye.

Bomberdûmana Şingalê berdewama êrîşa DAÎŞê ye, berdewama Fermana 73 yemîn e. Dewleta Tirk dijminê gelê me yê Êzidîye û hevkarê DAÎŞê ye.

Dema ku hêzên QSD’ê paytexta DAÎŞ’ê Reqa yê dorpêç dikin, dewleta Tirk êrîşa baregehên YPG’ê diki. Ev êrîş carek din hevkarîya dewşeta Tirk û DAÎŞ’ê dide nîşan. 
Êrîşa dewleta Tirk li dijê nirxên mirovatîyê ye, dijî Koolasyona Navneteweyî ya Li Hember DAÎŞ’ê ye.

Li ser vê helwest û êrîşa hovane ya dewleta Tirk, divê hemû Kurd û hemû Kurdistanî bi yek dengî destên xwe bidin hev û li ber xwe bidin. Ji berxwedanê pêştir rêyek din nîne. Em bang li gelê xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku rabin ser piyan.

Em bang li Koolasyona Navneteweyî ya li dijê DAÎŞ’ê dikin ku bê deng nemînîn û li hember van êrîşan rawestin. Her wiha em bang lî hemî hêzên demokratîk û pêşverû dikin, dibêjin li hember van êrîşan pişgiriya gelê Kurdistanê bikin û li dijî vê hovîtîyê derkevin.

Em wek KNK, vê êrîşa hovane bi tundî şermezar û mehkum dikin. Em ji malbatên şehîdan û ji hemû gelê Kurdistanê ra sersaxîyê, ji birîndaran ra şifayê dixwazin.”