Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk dagirker li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kiriye, peyameke nivîskî weşand.
Di peyama KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Artêşa dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Nîsana 2021’an de bi tevlêbûna hêzên hewayî û bejahî li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê operasyoneke dagirker daye destpêkirin.
Em dixwazin bidin diyarkirin ku dewleta Tirk di rojeke taybet de ev operasyona dagirker daye destpêkirin. Ev roja qetlîam û qirkirina li ser gelê Ermen e. Peyam û meqseda dewleta Tirk a dagirker ji vê operasyonê jî qirkirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk bi vê mebestê dest bi operasyonê kiriye û dixwaze vê peyamê bide gelê Kurd.
Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li gelê Kurd û Kurdistanê dikin ku, li ku derê dibin bila bibin, divê li hemberî vê operasyona dagirker nerazîbûna xwe bidin nîşandan. Divê gelê Kurd bêdeng nemîne û li hemberî vê operasyona dagirker refleksa welatparêziyê bide nîşandan. Eme bang li NY, Yekîtiya Ewropa û NATO û saziyên navneteweyî dikin ku bila demildest têkevin nav hewldanan û vê qetlîama li ser gelê Kurd bidin sekinandin.
Roj roja berxwedanê ye, roj roja parastina rûmeta gelê Kurd e. Divê her kes li rûmet û erka xwe ya welatparêziyê derkeve.”