KNK: Em li dijî şerê navxwe ne

Hevserokê KNK'ê Ahmed Qeremûs bi Seroka Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê Rêwaz Fayeq re rûnişt û got, ''Em KNK destekê didin xebatên parlamentoyê û li dijî şerê navxwe ne.''

Hevserokê KNK’ê bi seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê re civiya û diyarkir ku seroka parlamentoya ji bo hewldanên rêgirtina li şer, piştgiriyê li wan dike.

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremus li bajarê Hewlêrê bi seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Feyeq re civiya.

Piştî civînê hevserokê KNK’ê Qeremus daxuyaniyek çapemeniyê da û diyarkir ku civîna wan gelek girîng bû. Ehmed Qeremus got ku Seroka Parlamentoyê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên KNK’ê dûbare kiriye û helwesta xwe ya dijî şerê navxweyî ji bo wan ragihandiye.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus di dewamê de got; “Şerê navxweyî nayê qebûl kirin, rewşa Başûrê Kurdistanê li ber çavan e. Em ê di rojên bê de bi armanca yekdengiya dijî şerê navxweyî serdana hizb û aliyên siyasî bikin.”

Piştî civînê di malpera parlamentoyê de daxuyaniyek nivîskî hate weşandin. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku Seroka Parlamentoyê di civînê de gotiye; “Niha li Herêma Kurdistanê  rewşek giran ya aborî û siyasî heye. Ji bo vê li gorî me diyalog, ji bo derbaskirina vê rewşê tekane çareseriye. Em diyalogê dipejirînin û li gorî me divê ji bo şerek xwekujiyê çênebe û zemînê diyalogê li nav aliyên nakok bê sazkirin da ku çareseriyek çêbibe.”