KNK’ê sersaxî ji malbata Qadir Hecî Elî re xwest

Kongreya Netewî ya Kurdistanê sersaxî ji malbat, heval û dostên Qadir Hecî Elî re xwest.

Kongrya Netewî ya Kurdistan (KNK) bi daxuyaniyekê ji bo malbat û dostên Qadir Hecî Elî sersaxî xwest.

KNK’ê li ser Hecî Qadir ev got: “Koça dawîya siyasetmedar û têkoşerê gelê me, ji bo me di Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), mixabiniyek mezin û xemeke giran e. Kak Qadir weke pêşmergeh, kadir û siyasetvan di qada xebat û têkoşîna xelkê Kurdistanê de serkirdeyekê rêzdar û xwedî helwest û pîvanên şoreşgêrîyê bû. Ew her dem alîgirê aştî û diyaloga navxweyî bû ji bo çareserkirina aloziyên li Kurdistanê.

Di demekî de ku neyarên Kurdistanê li ser êrîşên xwe ji bo li ser xelkê Kurdistanê û destkeftiyan wan berdewam in û di heman dem da rewşa navxweyî, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ketiye di nava krîz û aloziyan de. Di demekî weha hestiyar de û di vê qonaxa rewşa gelê me, ji destdana kak Qadir xem û êşeke mezin e.

Em KNK di serî de sersaxîyê li xwe, li gelê Kurdistanê, malbat, heval û dostên kak Qadir dikin. Bê guman rê û rêbaza tekoşînaw ya ji bo azadî, dadperwer, diyalog û yekrêzîya neteweyî wê berdewam û tije rêbuwar be.”