KNK’ê serdana Komeleya Kedkarên Şoreşger a Kurdistanê kir

Şandeya KNK’ê li Silêmaniyê serdana Komeleya Kedkarên Şoreşger a Kurdistan a Îranê kir.

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) di çarçoveya serdanên xwe yên partiyên siyasî, sazî û rêxistinan de, li bajarê Silêmaniyê serdana Komeleya Kedkarên Şoreşger a Kurdistan a Îranê kir.

Şandeya KNK’ê ji Hevseroka Giştî ya KNK’ê Zeynep Mûrad, endamên KNK’ê Refîq Xefûr û Şehla Efîd pêk tê. Li gorî agahiyan di civînê de behsa girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan, piştgiriya ji bo Rojava, avakirina yek dengiyek ya di nav aliyên Kurdî û pêkanîna konferansek neteweyî ya Kurdan hatiye kirin.