'Gelê Kurd bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed têdikoşe'

Konseya Rêveber a KNK'ê Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî bi bîr anî û diyar kir, "Gelê Kurd têkoşîna xwe bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmmed û hevalên wî didomîne."

Konseya Rêveber a KNK'ê, ji ber salvegera 72'an a darvekirina Damezrîner û Serokkomarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokkomar Seyf Qazî û nûnerê Mehabadê li Parlamenta Îranê û nûnerê Qazî Mihemed li Tehranê Sadr Qazî, ku 31'ê Adara 1947'an hatin darvekirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nêzî salek bû ku Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destketên mezin ên rêxistina civaka kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdariyê yê tê de bû. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalîzma navneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê, dawî li Komarê hat. Bi wê jî nesekinîn, heta damezrêner û serokê wê jî li sêdarê dan. Bi pilan û pîlanên kolonyalîzma navneteweyî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd binpê kirin û li wî parçeyê Kurdistanê dagirkerî heta roja îro domandin."

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir, di wê demê de biryardar û îlankirina dewleta serbixwe bi navê Komara Kurdistanê biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bû û diyar kir, "Di nava wan şert û mercên giran ên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duyemîn de ev yek pêk hat. Ew hewl û cangoriya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders. Pêşewa Qazî Mihemed jî wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hate nivîsandin.

Îro jî li hemberî desthilatdariya Melayên Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine kirin. Li dijî Melayên Îranê ku cezayê dardekirina ciwanên Kurd bi kar tîne, ciwanên Kurd di zindanan de rehîn digire û di bin navê kasibkariyê de komkujiyan pêk tîne jî, gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihmmed û hevalên wî didomîne."

Di dawiya daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Di bîranîna 72 saliya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed,  Seyf Qazî, Sadr Qazî de em şehîdên Kurdistanê hemûyan careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Her wiha, di serî de dagirkerên rejîma Îranê û hemû dagirkerên li Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."